Bihayê petrolê li bazarên cîhanê zêdetir bilind bû
Aborî 10:37 AM - 2026-10-23
PUKMEDIA
Petrol
Îro bihayê petrolê li bazarên cîhanê berê xwe da bilindbûnek
zêdetir, ev jî ji ber zêdebûna nîgeraniyan derbarê egera têkçûna proseya
dabînkirina enerjiyê û êrişên Hûsiyan bo ser Siûdiyê.
Îro înê 23/10/2026 li gorî agahiyên ajansa Reutersê,
peymanên paşxistî yên petrola xav a Brêntê bi rêjeya %0.5 bilind bûn û gihîştin
113.75 dolarî ji bo her bermîlekî, li hemberî wê jî, nefta xav a Teksasa
Rojavayê ya Amerîkî (WTI) bi rêjeya %0.7 bilindbûn tomar kir û bihayê wê ji bo
her bermîlekî bilind bû bo 100.13 dolarî.
Şîrovekar hişyariyê didin ku derketina her pevçûneke din li
Kendava Farsê de, dê bibe sedema mayîna metirsiyên jeopolîtîk li ser bihayên
neftê, bi corekî ku dem û qebareya her qutbûnekê di dabînkirina enerjiyê de,
arasteya paşerojê ya bazarê diyar dike.
Di heman demê de, hilberîna petrolê li welatê Lîbyayê jî kêm
bûye.
Van pêşketin û guhertinên bazarê careke din tekezî li ser
hestiyariya bihayên neftê li hemberî aloziyên jeopolîtîk, pirsgirêkên
dabînkirinê û parastina ewlehiya rêgehên sereke yên veguhestinê yên cîhanî
dikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

