Trump: Em ji her demê zêdetir nêzîkî bidawîanîna şerê Rûsya û Ukrayna bûne
Cîhan 11:40 PM - 2026-10-21
Ajans
Donald Trump Serokê Amerîka
Trump ragihand ku lihevhatina ji bo
bidawîanîna şerê Rûsya û Ukrayna ji her demê zêdetir nêzîke, ev yek piştî
danûstandinên ku di rojên borî de bi Pûtîn re pêk anîbû, hat gotin.
Serokê
Amerîka Donald Trump îro anî ziman ku ew bawer dike gihîştina bi lihevhatineke
ku şerê Rûsya û Ukrayna bi dawî bike ji her demê zêdetir nêzîke, û amaje bi
danûstandinên ku di rojên borî de bi Serokê Rûsya Vladimir Pûtîn re kiribû,
kir.
Trump li
Koşka Spî ji rojnamevanan re aşkere kir ku wî digel Pûtîn riyên çareserkirina
şer gotûbêj kiriye.
Trump
dazanîn ku her du alî nêzîkî çareseriyekê dibin û dibe ku niha ji her demê
zêdetir nêzîkî bidawîanîna pevçûnê bin.
Daxuyaniyên
Trump di çarçoveya spasê de ji bo Pûtîn hatin li ser azadkirina welatiyekî
Amerîkî ku girtî bû.
Beriya niha jî Trump daxuyaniyên bi vî rengî
derbarê nêzîkbûna bidawîanîna şer de dabû, lê gelek gerên danûstandinan, di nav
de lûtkeyeke ku sala borî li eyaleta Alaska digel Pûtîn pêk anîbû, ji ber rojdbûna
Moskowê li ser daxwazên xwe serketî nebûn ku bigihîjin peymanekê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

