Konferansa Navneteweyî ya Şoreşa Nû li Başûrê Kurdistanê îro bi dawî dibe
Kurdistan 11:38 AM - 2026-10-21
PUKMEDIA
Wêneyek duhî ya konfransê
Îro, roja Çarşemê rêkefta 21ê Cotmehê ya sala
2026.an, Konferansa Navneteweyî ya Şoreşa Nû li Başûrê Kurdistanê (1976 - 1991)
bi dirûşma "Şoreşa Nû astengî guherte rastiyê" ji bo roja duyemîn û
ya dawî li bajarê Silêmaniyê tê lidarxistin,ev konferans bi hevkariya Navenda
Lêkolînên Giştî ya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê û Fakulteya Zanistên Mirovî
ya Zanîngeha Silêmaniyê ve bi rêve diçe.
Di vê derbarê de, Dr. Pavê Cemîl,
serpereştyarê konferansê, ji PUKMEDIA re ragihandibû ku zêdetirî heft heyvane
ku amadekariyên ji bo vê konferansa navneteweyî tên kirin û ji 10ê Adara 2026.an
ve hatiye ragihandin.
Her wiha ji 11ê adara 2026.an ve heya 1ê Gulanê
2026.an kurtêl hatine wergirtin û di 10ê Gulana 2026.an de bersiva kurtêlên
pejirandî hatiye dan,di heman demê de ji 11ê gulana 2026an ve ta 11ê tebaxa
2026an lêkolîn hatine wergirtin û di 12ê Îlona 2026an de bersiva lêkolînên
pejirandî hatiye dan û gelek mêvanên navxweyî û derve beşdarî konferansê dibin.
Duh roja Sêşemê 20ê Cotmehê ya sala 2026.an
roja yekem ya konferansê bû, û îro jî roja duyem ya wê ye ku li Hola Kongreyê
ya Zanîngeha Silêmaniyê tê encamdan û têde 56 lêkolîn pêşkêşî konferansê hatine
kirin.
Ev yek di demekê de ye ku ji bo
yekem care Konferansa Navneteweyî ya Şoreşa Nû li Başûrê Kurdistanê (1976 -
1991) bi dirûşma "Şoreşa Nû astengî guherte rastiyê" tê sazkirin ku
armanca wê xwendineke nû û akademîke ji bo destpêk û serweriya wê şoreşê.
Her wiha teşwîqkirina mamostayên
zanîngehê û lêkolîneran e ji bo girîngîdan û derxistina aliyên cuda yên wê
şoreşê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

