12 koçber di deryaya Îcê de fetisîn
Cîhan 11:07 AM - 2026-10-19
PUKMEDIA
Derya
Li gorî raporên medyayî berî sibeha îro Duşemê, 19ê Tışrînî Pêşîn ji ber
binavbûna du qeyikên cuda yên koçberan li Deryaya Îcê ya nêzîkî giravên Samos û
Lêsbos ên Yûnanistanê, 12 koçberan jiyana xwe ji dest dan.
Di bûyera yekem de li nêzîkî girava Samosê, ji ber
serobinkirina qeyikeke ku koçber tê de bûn li dûrahiya 3.7 mîl li bakurê
giravê, 6 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Pasewanên peravên Yûnanistanê karîn 14 kesan xilas bikin û
sê ji xilaskiriyan ji bo wergirtina çareseriyê rakirin Nexweşxaneya Giştî ya
Samosê, di dema ku proseya lêgerîn û pişkinînê de berdewam bû.
Di bûyereke din a cuda de li nêzîkî girava Lêsbosê, 6
koçberên din ku yek ji wan pitikekî sawa bû, jiyana xwe ji dest dan, ev jî
piştî ku qeyikek ku ji Tirkiyeyê hatibû, li keştiyeke pişkinînê ya pasewanên
peravên Yûnanistanê xist û qeyik serûbin bû. Di vê bûyerê de 8 kes hatin rizgarkirin
û rakirin nexweşxaneyê.
Desthilatdarên Yûnanistanê welatiyekî Tirk ê 37 salî girtine
ku tê gumanbarîkirin ku ajokarekî yek ji qeyikan e û di qaçaxçîtiya mirovan de
cî girtiye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

