Konferansa Navneteweyî ya Şoreşa Nû tê lidarxistin
Kurdistan 03:31 PM - 2026-10-18
PUKMEDIA
Konferansa Navneteweyî ya Şoreşa Nû
Biryare di rojên 20 û 21ê Cotmeha 2026.an de,
Konferansa Navneteweyî ya Şoreşa Nû li Başûrê Kurdistanê (1976 - 1991) bi
dirûşmeya 'Şoreşa Nû neçalakî veguherand rastiyê yan jî (Şoreşa Nû Zehmetî Veguherand Rastiyê) tê lidarxistin.
Konferans bi hevbeşiya Navenda Lêkolînên Giştî ya
Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û Fakulteya Zanistên Mirovî ya Zanîngeha
Silêmaniyê ve birêve diçe.
Di vî warî de Dr. Pavê Cemîl, serperiştyarê
konferansê ji PUKMEDIA re ragihand: Zêdetirî heft mehan e amadekariya
konferansa navneteweyî tê kirin û di 10ê Adara 2026.an de hatiye ragihandin.
Her wiha ji
11ê Adara 2026an heta 1ê Gulanê 2026an kurte hatine wergirtin û di 10ê Gula
2026an de bersiva kurteyên hatine pesendkirin hatiye dayîn,di heman demê de ji
11ê Gulanê 2026an heta 11ê Tebaxa 2026.an lêkolîn hatine wergirtin û di 12ê
Îlona 2026an de bersiva lêkolînên hatine pesendkirin hatiye dayîn.
Her weha dazanîn ku gelek mêvanên navxweyî û derve
tevlî konferansê dibin ku biryare roja Sêşem û Çarşemê ya vê heftê de li Hola
Kongresê ya Zanîngeha Silêmaniyê pêk be û têde 56 lêkolîn ji bo konferansê
hatine pêşkêşkirin.
Ji bo cara yekeme ku Konferansa Navneteweyî ya
Şoreşa Nû li Başûrê Kurdistanê (1976 - 1991) bi dirûşmeya (Şoreşa Nû Zehmetî Veguherand Rastiyê) tê lidarxistin, ku armanca wê xwendineke nû û akademîk ji
bo destpêk û serweriya wê şoreşê ye, her wiha teşwîqkirina mamostayên zanîngehê
û lêkolîneran e ji bo girîngîdan û derxistina aliyên cuda yên wê şoreşê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

