Macron tundrewên xwepêşandêr şermezar dike
Êraq 10:27 AM - 2026-10-18
Ajans
Xwepêşandanên Firansayê
Di encama xwenîşandanên berfireh ên li dijî siyasetên
hikûmetê yên li Fransayê de, bi sed hezar kesî li bajarên cuda herikîn kolanan.
Li gorî amarên Wezareta Navxwe, tenê di roja şemiyê de
nêzîkî 550 hezar kesî li seranserê welat beşdar bûn, ku 110 hezar kes ji wan li
paytextê Parîsê bûn.
Xwenîşander ji ber bilindbûna lêçûn û xerciyên jiyanê,
têkçûna rewşa dibistanan, kombûna serwet û desthilatê di destê kesên diyar de û
ji ber wê yekê ku wekî "paşveçûna demokratiyê" di serdema serokatiya
Emmanuel Macron de bi nav dikin, ne razî ne.
Xwenîşandan li hinek cihan û bi tarîbûna şevê re bûn mijara
tundiyê, di nav de şewitandina avahî û kûşkên hikûmî, talankirin û bikaranîna
gaza firmêskan û hêzê ji aliyê polêsan ve.
Serokê Fransayê Emmanuel Macron bi tundî ew kes şermezar
kirin ên ku navê "bangeşeyên aloziyê" li wan kir, û tekez kir ku her
kesê tundî pêk anîbe an jî êrîşî polês û milkê giştî kiribe, dê rûbirûyê qanûnê
bibe û cezakirina xwe werbigire.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

