Zelensky pesna serokên Ewropayê dide
Cîhan 08:51 PM - 2026-10-16
Ajans
Lûtkeya Yekîtiya Ewropa
Di lûtkeya Yekîtiya
Ewropayê de li Brukselê, Volodymyr Zelensky ji ber piştgiriya wan a bê navber pesna
Serokên Ewropayê dide û wan bi serkirdeyên rasteqîn bi nav dike, ev yek jî wekî
bersiveke nerasterast li hemberî Donald Trump bû ku fişareke mezin xistiye ser Ukraynayê
ji bo rawestandina êrîşên li ser stasyonên petrolê yên Rûsyayê.
Trump di hevpeyvîneke
de êrîşeke tund kir ser Zelensky û ragihand ku «danûstandina bi Zelensky re ji
ya bi Pûtîn re aloztir û dijwartir e». Ev alozî piştî wê hatin ku Trump
peymanek ji bo hawirdekirina dîzela Rûsî îmze kir bi armanca kêmkirina buhayê
sotemeniyê beriya hilbijartinên nîvê xulê.
Di heman demê de Ukrayna
rûbirûyê qeyraneke bûye piştî ku mûşekên sîstema berevaniya ezmanî (Patriot)
qediyan, ji ber ku Washingtonê beşeke mezin a van mûşekan arasteyî Rojhilata
Navîn kiriye, û ev yek jî binesaziya Ukraynayê li hember êrîşên balîstîk ên
Rûsyayê qels kiriye.
Li hember helwesta
Washingtonê, berpirsên Yekîtiya Ewropayê amadekariyan ji bo pakêta 22emîn a
sizayan li dijî Moskowê dikin û tekez dikin ku ji ber pabendnebûna Rûsyayê bi
agirbesta enerjiyê ve, ew ê zextên xwe yên aborî û leşkerî li ser Moskowê zêde
bikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

