Bexdad mêvandariya gera 52emîn a welatên Rêxistina Hevkariya Îslamî dike
Êraq 02:55 PM - 2026-10-16
Wezareta Derve
Logoya Rêxistina Hevkariya Îslamî
Wezareta Derve ya
Îraqê ragihand ku amadekariyên pêwîst ji bo mazûvaniya paytexta Bexdadê ji bo
xebatên gera 52.mîn a Encûmena Wezîrên Derve yên Rêxistina Hevkariya Îslamî
hatine temamkirin. Tê payîn ku ev civîn di 17 û 18ê vê mehê de bi beşdariya 55
welatên endam û çavdêr be lidarxistin.
Berdevkê xebatên gera pêncî
û dûyemîn a encûmenê Balyoz Hesenên Kamil di daxuyaniyekê de ku PUKMEDIAyê
dîtiye, got: "Civîn dê di bin dirûşmeya «Gotûbêj û Piştevanî du stûnên
bingehîn in ji bo xurtkirina aştiye û geşepêdana berdewam, di bin siya
pirsgirêkên herêmî û navneteweyî de ku pêdivî bi zêdekirina şêwirdariyê û
xurtkirina xebata hevbeş di navbera welatên endam de heye» de bên
lidarxistin."
Hesenên Kamil diyar
kir ku "beşdarî dê ligel welatên endam û çavdêr, hejmarek ji mêvanan jî li
xwe bigire, di serî de Cîgira Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Emîne
Mihemed, her wiha nûnerên nêzîkî 40 rêxistinên ne hikûmî."
Berdevk da zanîn ku
"amadekariyan li darxistina gera şandiyan li çend cihên olî û dîrokî yên
wekî Kazmiye, E’zemiye, navendên bazirganî û deverên cuda yên Bexdadê jî
dihewîne, ji bo danasîna mîrateya dîrokî û şaristanî ya paytextê.
Tekezjî kir ku
"Îraq hêvî dike ku xebatên vê gerê encamên rasteqîn û pêkanîner bînin ku
beşdarî xurtkirina bandora Rêxistina Hevkariya Îslamî bibin, asta hevahengiya
di navbera welatên endam de bilind bikin, û prensîbên hevbeş veguherînin
bername û însiyatîfên kiryarî yên ku xizmeta berjewendiyên gelên wan
dikin."
Her wiha anî ziman ku
"mazûvaniya Bexdadê ji bo vê gerê derfetek e ji bo nûvekirina vekirina
Îraqê li ser derdora xwe ya îslamî, xurtkirina têkiliyên xwe yên bi welatên
endam re, û diyarandina rola paytextê di hembêzkirina gotûbêjan, nêzîkirina
nêrînan û piştgiriya însiyatîfên ku armanc dikin aloziyan kêm bikin û aramiya
herêmî û navneteweyî biçînin."
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

