SOMO dest bi hevsengiya mafên darayî yên kampaniyên petrolê yên li Herêma Kurdistanê kir
Cîhan 12:23 PM - 2026-10-15
Ajans
Kampaniya SOMO
Kampaniya Brîtanî ya "Gulf Keystone Petroleum" ku
li Herêma Kurdistanê dixebite, îro Pêncşemê ragihand ku ew hatine agahdarkirin
ku yekem şehna neftê ya ku kampaniya "SOMO" ji bo lihevhatin û
hevsengkirina firotina hinardekirinê ya çaryeka çaremîn a sala 2025an li gorî
bihayên cîhanî veqetandibû, hatiye barkirin.
Kmapaniyê di daxuyaniyekî de fermî de diyar kir ku ev pêngav
wekî pêngaveke destpêkê ye ber bi dayîn û wergirtina maf û deynên darayî yên ku
ji bo kampaniyê li hev hatine komkirin, ku ev yek herikîna dravî xurt dike,
sermayeya xebatê baştir dike û aramiya çarçoveya darayî û peymanî misoger dike.
Di daxuyaniyê de hate tekezkirin ku ev yek di çarçoveya
hewldanên berdewam ên kampaniyê de bi hevrêziya bi aliyên pêwendîdar ên federal
û li Herêma Kurdistanê re tê ji bo rêkûpêkkirina mekanîzmaya hinardekirinê û
pêkanîna gavên pêş de di planên pêşvebirina kargeha neftê ya Şêxan de.
Kampaniya Brîtanî ya "Gulf Keystone Petroleum" a
ku zeviya neftê ya Şêxanê li Herêma Kurdistanê dixebitand, di dawiya meha
Tebaxa borî de, raporên xwe yên darayî û xebatê yên nîvê yekem ê sala 2026an
ragihandibû, û tekez kiribû ku piştî rawestandina demkî ya di meha Tîrmehê de,
wan dest bi karên xwe yên nû kiriye û 10 milyon dolar qezenc li ser para
pişkdarên xwe dabeş kirine.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

