Nirxê petrolê bilind dibe
Aborî 10:04 AM - 2026-10-14
Ajans
Petrol
Bihayê petrolê bilind bû û bermîlek petrola xav a brênt
gihîşt zêdey 106 dolaran, bermîlek petrola xav a Teksasê jî bi zêdetirî 94
dolaran tê firotin.
Îro di 14ê Cotmeha 2026an de, bihayê petrolê bilind bû û
bermîlek nefta xav a brênt bi 106 dolar û 18 sentan û bermîlek nefta xav a
Teksasê jî bi 94 dolar û 90 sentan tê firotin.
Ev yek di demekê de ye ku nîgeraniya ji ber geşedana
aloziyên di navbera Hûsiyan û Erebistana Siyûdî de, ji ber êrişa Hûsiyan a li
ser avahiyeke îdarî ya kompaniya Aramco ya li bajarê Zehranê, bûye sedema
bilindbûna bihayê petrolê.
Rêxistina Welatên Henardekarên petrola (OPEC), duh Sêşemê
ragihand ku tevî astengiyên Tengava Hurmizê, hilberîna hevpeymaniya OPEC Plusê
di meha Îlonê de ji ber zêdebûna hilberîna Erebistana Siyûdî bi rengekî berçav
bilind bûye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

