Şêx Cefer û Fermandarê Devera Duyem planên hêzên Pêşmerge gotûbêj dikin
Kurdistan 05:34 PM - 2026-10-12
Fermandariya Devera Duyê
Wêneyê Dîdarê
Fermandarê Devera Duyem, Ferîqê Rukin Omer Salih Hesen, îro Duşemê
(12ê Cotmehê 2026an), pêşwazî li Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Şêx Cefer Şêx
Mistefa kir.
Di hevdîtinekê de ku tê de geşedanên rewşa ewlehî û siyasî ya
herêmê û rêyên xurtkirina hevahengî û karê hevbeş bo pêşxistina karînên hêzên
Pêşmergeyên Kurdistanê hatin gotûbêj kirin.
Her yek li Lîwa Kakemend Kakereş Omer,
Mamoste Cewamêr, Lîwa Kawe Kerîm Mihemed Cîgirê Fermandarê Devera Duyem, û Eqîd
Diyar Omer Fermandarê Hêzên Komandosê di hevdîtinê de amade bûn.
Herdu aliyan tekezî li ser pêwîstiya pabendbûnê bi plan û
bernameyên nû yên ku armanca wan pêşxistina karînên hêzên Pêşmerge û bilindkirina asta şiyanên
wan kir, bi awayekî ku bibe sedema avakirina hêzeke neteweyî ya yekgirtî,
hevgirtî û pêşkeftî ku bikaribe axa Kurdistanê biparêze û destkeftî û
berjewendiyên gelê xwe biparêze.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

