Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09
Ajans
Şêx Mehmûd û hevalên wî
Îro roja Înê (9ê
Cotmeha sala 2026) an salvegera mirina Şêx Mehmûd Berzencî ye, yek ji rêberên herî navdar yên
tevgera neteweyî ya Kurd di nîvê yekem yê sedsala 20.an de.
Ew di sala 1956.an de li Bexdayê di 76 saliya
xwe de koça dawiyê kir, û termê wî bo Silêmaniyê hat veguhastin, li wir
merasîmek mezin de termê wî hat veşartin.
Şêx Mehmûd di sala 1881.an de li Silêmaniyê ji dayûk bû û di sala 1910.an de
serokatiya wê girt ser xwe û di Gulana 1919.an de, wî yekem sefera xwe ya
çekdarî li dijî Brîtanîyan birêve bir û serxwebûna Kurdistanê ragihand û piştî
ku daxwazên Kurdan di Konferansa Aştiyê ya Parîsê de hatin redkirin, li
Silêmaniyê hikûmetek ava kir,berî ku têk biçe û were girtin û piştî ku sizayê
mirinê lê hat birîn, wî di gelek şeran de şer kir, ya herî girîng Şerê Baziyanê
bû,piştî ku sizayê bi darvekirinê lê hat birîn,ew di 30ê Îlona 1922.an de
vegeriya Silêmaniyê, piştî peymanan ku mafê avakirina hikûmetek Kurdî didan
Kurdan,lê, di Mijdara heman salê de, piştî ku Brîtanî sozên xwe bi cih ne anîn,
wî xwe wek Padîşahê Kurdistanê ragihand.
Şêx Mehmûd zimanê
Kurdî wek zimanekî fermî îlan kir, pereyek taybet derxist û bandora hikûmeta
xwe li ser deverên berfireh yên Kurdistanê berfireh kir.
Piştî şer û pevçûnên nû, di sala 1924.an de ji Silêmaniyê derket û heta sala
1927an şerê partîzanî li dijî hêzên Îraqî û Brîtanî domand, piştî wê li Îranê
ma.
Di sala 1930.an de vegeriya daku serhildanek
nû bi rê ve bibe ku heta Gulana 1931.an dom kir, bi tepeserkirina wê û
sirgûnkirina wî bo başûrê Îraqê bi dawî bû, berî ku di sala 1941.an de vegere
Kurdistanê.
Di 21ê Adara 1931.an de, Şêx Mehmûd nameyek ji Serokê Komeleya Miletan re şand
û daxwaza naskirina mafê çarenûsî yê Kurdan û avakirina dewletek serbixwe li
başûrê Kurdistanê kir û rexne li tevlîkirina herêmên Kurdî bo Îraqê bêyî gerantîkirina
mafên niştecihên wan û bikaranîna hêzê li dijî wan kir.
Şêx Mehmûd piştrast kir ku Kurd li dû
dostaniyê û biratiyê bi gelên din re ne lê red kirin ku radestî serweriya yên
din bibin, û tekez kir ku bidestxistina aramiyê pêwîstî bi naskirina mafên wan yên
neteweyî û rêdana wan ji bo birêvebirina karûbarên xwe bi xwe heye.
Serpêhatiya Şêx Mehmûd Berzencî di dîroka tevgera siyasî ya Kurd de qonaxek
girîng e, ku bi serhildanên çekdarî, hewldanên ji bo avakirina hikûmetek Kurdî
û hewldanên siyasî û dîplomatîk ji bo daxwazkirina mafên neteweyî û serxwebûnê
ve hatiye nîşankirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Bihayê petrolê dadikeve
11:48 AM - 2026-10-09
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
10:17 AM - 2026-10-09
Dahata Silêmanî ya hefteya borî zêdeyî 7 Milyar Dînar bû
09:44 AM - 2026-10-09
Zeydî: Me hikûmet wergirt û qebareya deynê giştî ji 208 trîlyon dînarî zêdetir bû
11:22 PM - 2026-10-08
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Dahata Silêmanî ya hefteya borî zêdeyî 7 Milyar Dînar bû
Kurdistan 09:44 AM - 2026-10-09 -
Zeydî: Me hikûmet wergirt û qebareya deynê giştî ji 208 trîlyon dînarî zêdetir bû
Êraq 11:22 PM - 2026-10-08 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09

.jpg)




Aplîkêşin

