Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan

Kurdistan 01:32 PM - 2026-10-08
Pirtûka Mam Celal PUKMEDIA

Pirtûka Mam Celal

Berhemên çapkirî yên Saziya Serok Celal Talebanî beşdarî 78emîn Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan a Frankfurtê dibin.

Berhemên çapkirî yên Saziya Serok Celal Talebanî bi zimanên kurdî, erebî, îngilîzî, tirkî û farsî beşdarî 78emîn Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan a Frankfurtê dibin û derfeteke girîng ji bo danûstandina çandî û di warê çap û belavkirinê de ligel navendên çandî yên Rojhilata Navîn û cîhanê hatiye pêk anîn.

Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan a Frankfurtê yek ji pêşangehên herî diyar ên cîhanî ye ku salê zêdetirî 4000 dezgehên çap û belavkirinê ji tevahiya cîhanê tê de beşdar dibin, zêdetirî 3637 çalakî û semîner tê de tên lidarxistin û zêdetirî 8000 rojnamevan beşdar dibin, 350.000 serdanên wê hene û wekî yek ji çalakiyên çandî yên herî girîng li ser asta cîhanê tê dîtin.

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike