Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
Kurdistan 03:59 PM - 2026-10-08
ANHA
Şandeya Bakûr li Rojavayê Kurdistanê
Şandeya Bakurê Kurdistanê tekez kir ku serdana wan a ji bo
Rojavayê Kurdistanê bi armanca ji nêz ve rêveberiyên xwecihî û mekanîzmayên
xebata saziyan nas bike, her wiha li ser rêyên hevkariya hevbeş û pêkanîna
proje û karan ên li ser bingehê pêdiviyan gotûbêj bike.
Şandeyeke ku ji nûnerên jin ên meclisên rêveberiya xwecihî û
şaredariya DEM Partî sardana Rojavayê Kurdistanê kirin ku ji aliyê Siyasetmedara
Kurd Îlham Ehmed û Qaymiqama bajarê Qamişlo Cîhan Hesam ve hatin pêşwazî
kirin.
Şanda Bakûr ji Heveroka Şaredariya Mezin a Mêrdînê û Hevberdevka
Komîteya Dîplomasî ya Rêveberiyên Xwecihî Devrem Demîr, Hevseroka Şaredariya
Navçeya Yenî Şehîr a Amedê Safiya Akadax, Hevseroka Şaredariya Navçeya Farqîn a
Amedê Sevîm Bîçîçî, Hevseroka Şaredariya Tetwan Belkîze Beştaş Eboz Demîr û
Endama Komîteya Dîplomasî Rûken Demîr pêk dihat.
Di kongireyeke rojnamevanî de şandeya Bakûrê Kurdistanê daxwaz
kir; ku pêwendiyên di navbera saziyên Bakur û Rojava de bên xurtkirin û deriyên
sînorî bên vekirin da ku çûnhatina di navbera her du aliyan de hêsantir bibe.
Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Dêvrîm Demîr
tekez kir ku agahdarkirina li ser çarçoveyên rêveberiyê û naveroka saziyan
girîngiyeke mezin ji bo şandeyê re heye, ji ber ku ew ê bibe alîkar ku
mekanîzmayên xebata hevbeş ronî bibin û rê li ber pêşxistina hevkariya di
navbera her du aliyan de veke.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Bihayê petrolê dadikeve
11:48 AM - 2026-10-09
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
10:17 AM - 2026-10-09
Dahata Silêmanî ya hefteya borî zêdeyî 7 Milyar Dînar bû
09:44 AM - 2026-10-09
Zeydî: Me hikûmet wergirt û qebareya deynê giştî ji 208 trîlyon dînarî zêdetir bû
11:22 PM - 2026-10-08
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Dahata Silêmanî ya hefteya borî zêdeyî 7 Milyar Dînar bû
Kurdistan 09:44 AM - 2026-10-09 -
Zeydî: Me hikûmet wergirt û qebareya deynê giştî ji 208 trîlyon dînarî zêdetir bû
Êraq 11:22 PM - 2026-10-08 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09

.jpg)




Aplîkêşin

