Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09
PUKMEDIA
Deriyê Zanîngeha Silêmaniyê
Zanîngeha Silêmaniyê di Rêzkirina Cîhanî ya
Zanîngeha Stanfordê ya 2026.an de destkeftiyek girîng bi dest xistiye û 15 mamostayîn
zanîngehê ketine rêza %2ê lêkolînerên cîhanê.
Zanîngeha Silêmaniyê di daxuyaniyekê de wiha got:Her
sal, Zanîngeha Stanford, bi hevkariya Zanîngeha Elsevier, li ser bingeha
databasa Scope, ew lêkolînên herî bi bandor yên lêkolînerên cîhanê
dinirxîne û wan li 22 warên sereke û 174 jêr-warên zanistê dabeş dike;hilbijartina
lêkolîneran li ser bingeha Pûana Hevbeş ya lêkolîna wan e, ku li ser bingeha pîverên
jêrîn e:
Hejmara giştî ya referansên ji bo lêkolînan
Hejmara H-index
Hejmara Hm-index
Hejmara amajepêdanên ji bo lêkolînên ku ji hêla
lêkolîner ve bi tena serê xwe hatine nivîsandin.
Hejmara amajepêdann ji bo lêkolînên ku lêkolîner
wekî nivîskarê yekem tê binavkirin.
Hejmara amajepêdanAn ji bo lêkolînên ku lêkolîner
wekî nivîskarê dawîn tê binavkirin.
Her wiha got: Li gorî sala 2024.an, Zanîngeha
Silêmanî di rêzbendiya sala 2026.an de ji bo her du kategoriyên nirxandinê
başbûnek dîtiye:
Nirxandina Dirêj ya Pîşeyî: Hejmara lêkolîneran ji
3 lêkolîneran bo 5 lêkolîneran zêde bûye.
Ev destkeft pabendbûna berdewam ya mamosteyên me ji
bo pêşxistina zanist û lêkolînên zanistî nîşan dide.
Zanîngeha Stanford di sala 1885.an de hatiye
damezrandin û databasa Scope yek ji databasên herî navdar e,ku ew baştirîn govarên
zanistî û hejmara amajepêdanan ji bo lêkolînên lêkolîneran navnîş dike,hevdem Elsevier
di heman weşanxaneyek e ku xwediyê databasa Scopepass e.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

