Balyozxana Îraqê li Lîbya: Testa DNA ji cenazeyên ku tê gumankirin Îraqî ne tê kirin

Êraq 03:21 PM - 2026-10-08
Koçberên li deryeya Spî AFP

Koçberên li deryeya Spî

Koçber

Karbidestê karên Balyozxaneya Îraqê li Lîbyayê Ehmed El-Sehaf ragihand ku testa DNAyê ji 18 cenazeyên ku tê gumankirin ê welatiyên Îraqê ne re tê kirin.

Ehmed El-Sehaf di daxuyaniyekê de ji bo Ajansa Nûçeyan a Îraqê re got: Balyozxaneyê dest bi rêkarên testa DNAyê ji bo 18 cenazeyên ku tê gumankirin a welatiyên Îraqê ne kiriye, û ev yek bi hevrêziya ligel Heyva Sor a Lîbyayê hatiye kirin.
El-Sehaf da diyar kirin ku "ji bo heman armancê hevrêziyeke ligel aliyên ewlehiyê yên Lîbyayê jî heye" û da xuyakirin ku "bi dehan cenaze li Deryaya Spî ji aliyê peravên Lîbyayê ve hatine dîtin."

Wî tekez kir: "Em di asta herî bilind de baldariyê nîşan didin daku encamên fermî û belgekirî ji encama lihevhatina testê bidest bixin," Sehaf da zanîn ku: "hewldanên me berdewam in ji bo lêkolîna li ser çarenûsa hejmareke din a koçberên Îraqî yên ku bi awayekî neyasayî bi rêya Lîbyayê ber bi Ewropayê ve koç kirine."

El-Sehaf berê jî ragihandibû ku Balyozxaneya Îraqê bi baldariyeke mezin û lezgîn çarenûsa (18) koçberên Îraqî dişopîne yên ku bi awayekî neyasayî derbasî Lîbyayê bûne, ev yek jî bi hevrêziya ligel desthilatdarên ewlehiyê, aliyên tenduristiyê û Heyva Sor a Lîbyayê tê kirin daku çarenûsa wan bê zanîn û ew agahiyên ku behsa xeniqandina wan di Deryaya Spî de dikin ji ber koçberiya neyasayî ya bi rêya Lîbyayê û ji wir ve ber bi Ewropayê ve, werin piştrastkirin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket