Serokkomar û serokwezîr li ser temamkirina kabîneyê û zehmetiyan gotûbêj kirin
Êraq 11:37 PM - 2026-10-07
Serokatiya Komarê
Serokkomarê Îraqê Nîzar Amêdî û Serokwezîr Elî Zeydî
Îro Çarşem rêkefta (07/10/2026).an,
Serokkomarê Îraqê Nîzar Amêdî digel Serokwezîr Elî Zeydî civiya û wan li ser
temamkirina kabîneyê gotûbêj kirin û her du aliyan tekezî li ser pêwîstiya
çareseriyek mayînde ji bo pirsgirêkan kirin.
Li gorî
daxuyaniya Nivîsingeha Ragihandina Serokkomariyê, di civînê de rewşa giştî ya
welêt, temamkirina kabîneyê, rewşa aborî û pêşxistina sektorên cûda yên Îraqê
hatine gotûbêj kirin.
Di
daxuyaniyê de her wiha tekez li ser pêwîstiya berdewamiya pêkanîna bernameya
xwe ya ku li ser bingeha çaksaziyên aborî û vekirina riyên hevkariyên berhemdar
bi welatên dost re ye, hate kirin, bi awayekî ku bandorek erênî li ser aboriya Îraqê
bike.
Do dawiyê
de jî; Nivîsingeha
Ragihandina serokkomariyê ragihand ku herdu aliyan tekez li ser girîngiya karê
berdewam ji bo dîtina çareseriyan ji bo pirsgirêkên ku sektorên cûda pê re rû
bi rû ne kirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

