Heya niha ji ber lehiyên li Taylandê 60 kes mirine

Cîhan 02:57 PM - 2026-10-07
Dîmenek ji lehiyê Yeni Çag

Dîmenek ji lehiyê

Cîhanî

Rêveberiya pêşîlêgirtina karesatan ya Taylandê ragihand ck ji demjimêr 6ê danê sibehê ve li bajarê Bangok paytexta Taylandê û 27 parêzgehên din hîna jî lehî berdewame ku bandor li nêzîkî 1.15 milyon malbatan kiriye.

Rêveberiya pêşîlêgirtina karesatan ya Taylandê aşkere kir ku hejmara kesên canê xwe ji dest dane ji ber lehiya giran û barana dijwar gihîştiye 60 kesan.

Rêveberiya keşenasiya Taylandê jî hişyariyek da û diyar kir ku di navbera 9 û 13 heyva Cotmehê de li deverên bakur,bakurê rojhelat û rojhelatê başûrê welêt baranên dijwar dê bibibare û bahozên bi hêz û teyrok dê rû bidin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket