Îbûla gihîşt Kînyayê.. Yekemîn pêket û mirin bi vîrusê hat tomarkirin
Cîhan 12:03 PM - 2026-10-07
PUKMEDIA
Îbûle
Desthilatdarên Kînayê ragihandin ku yekemîn pêket bi vîrusa Îbolayê
ya piştrastkirî li welat hatiye tomarkirin, ev yek piştî mirina welatiyekî Kîna
hat ku ji Kongoyê vegeriyabû Neyrubiyê, û vê yekê desthilatdar xist nava liv û
tevgereke lezgîn ji bo şopandina kesên pê re ketine têkiliyê û kontrolkirina
her belavbûneke vîrusê.
Wezîrê Tenduristiyê yê Kînyayê Aden Duale di konfêranseke
rojnamevanî de got: Nexweş li ser geşteke asayî ya balafirê gihişt Neyrobiyê û
li xalên çavdêriya tenduristiyê û buroyên koçberiyê yên li Balafirgeha
Navneteweyî ya Jomo Kenyatta derbasî kontrolên rojane bû. diyar kir ku welatî rasterast
ji balafirgehê bi rêya xizm û hevalekî xwe ve çû nexweşxaneyeke Neyrobiyê û li
wir piştî derketina nîşaneyên wekî tayê, lerzê, êşa masûlkeyan, zehmetî û êşa
di dema xwarinê de xistin nava kerentîna bijîşkî.
Wezîrê Kînyayê bang li xelkê welat kir ku nekevin nava tirsê
û tekez kir ku pergalên ji bo kontrolkirina nexweşiyê hene. Wî got ku heta niha
28 kesên ku bi kesê mirî re ketine nava têkiliyan, di nav de endamên malbata wî
û xebatkarên tenduristiyê, hatine tespîtkirin û rewşa wan tê şopandin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

