Îro duyemîn roja cejna Êzidiyan û bêhnvedana fermî ye

Kurdistan 10:14 AM - 2026-10-07
Êzidî PUKMEDIA

Êzidî

Êzidî

Îro duyemîn roja Cejna Cema ye ku cejneke taybet a Îzidiyane û heft rojan berdewam dike. Her wiha bi vê boneyê li Herêma Kurdistanê ji bo êzidiyan heft roj bêhnvedana fermî ye.

Cejna Cema ku cejneke taybet a êzidiyane û heft rojan dirêj dike, li Perestgeha Lalişê tê pîrozkirin. Ji ber vê yekê ji bo şopînerên ola Êzidî li Herêma Kurdistanê heft roj hatine kirin bêhnvedan, ku ji 6ê cotmeha 2026an ve heta 12ê cotmeha 2026an e.

Ev di demekê de ye ku ji ber girîngiya cejnê, hemû Êzidiyên cîhanê û derdorê di wan heft rojan de berê xwe didin perestgeha Lalişê û di cejnê de gelek merasîmên taybet tên lidarxistin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket