Nivîskarek ya Kurd Xelata Pirtûka Alman ya 2026 wergirt

Kurdistan 07:40 PM - 2026-10-06
Nivîskara Kurd Şeyda Baziyar Ajans

Nivîskara Kurd Şeyda Baziyar

Nivîskara Kurd Şeyda Baziyar Xelata Pirtûkan ya Almanî ya sala 2026.an, ku yek ji xelatên wêjeyî yên Almanya wergirt.

Nivîskar û romannivîsa Kurd Şeyda Bazyiar li Frankfurtê di merasîmekê de ji bo romana xwe ya "Die Lücken" (Valahî) Xelata Pirtûkan ya Almanî ya 2026.an (Deutscher Buchpreis) wergirt.

Ev xelat yek ji xelatên wêjeyî yên herî girîng li Almanya ye û her sal ji bo baştirîn romana bi zimanê Almanî tê dayîn û li gorî wê yekê Baziyar xelatek darayî ya 25 hezar Euro wergirt.

KomîteyaNirxandinê Romanê "Die Lücken" ji nav 205 berhemên wêjeyî hilbijart û ew wekî "romanek li dijî bê xemiyê" bi nav kir, ji ber ku ew qala nêzîkî sed sal dîroka Almanya dike û bi riya çîrok û serpêhatiyên malbat û karakterên cûda mijarên bîranîn, zilm, koçberî gotûbêj dike.

Şeyda Baziyar di sala 1988.an de li Almanya ji dayîk bûye,ew ji malbateke Kurd ya ji Rojhilatê Kurdistanê ye;berî jidayîkbûna xwe li Almanya penaber bûne, ji ber ku dê û bavê wê çalakvanên siyasî li Kurdistana Îranê bûn.

PUKMEDIA




zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket