Li Helebceyê derfetên kar ji bo 305 ciwanan hatin ragihandin

Kurdistan 04:48 PM - 2026-10-06
Peydakirina Derfetên Kar li Helebce Parêzgeha Helebce

Peydakirina Derfetên Kar li Helebce

Parêzgeha Helebçe

Rêxistina Koçê ya Navdewletî bi serperiştiya Parêzgara Helebce Nûxşe Nasih, bi rêya projeyeke alîkariya debarê ya takekesî, derfetên kar ji bo 305 ciwanên devera parêzgeha Helebçeyê peyda dike.

Li gorî daxuyaniyekê ya Parêzgariya Helebçeyê, proje ji aliyê Rêxistina Koçê ya Navdewletî (IOM) ve tê piştgirîkirin û gelek babetên girîng dihewîne; di nav de, piştgiriya projeyên biçûk, perwerdeya pîşeyî û piştre xistina ser kar, her wiha berfirehkirina projeyên aborî û dabînkirina pereyên kaş li hemberî kar ji bo ciwanên sînorê Helebceyê.

Her wiha hate diyarkirin ku tevî sûdwergirtina rasterast a ciwanên bêkar ji wê derfetê, di heman demê de gelek sêktorên xizmetguzariyê li deverê, wekî çandinî, perwerde û beşa baxçeyan a Serokatiya Bajarvaniyê, dê ji berhem û encamên vê projeyê sûd werbigirin.

Ji aliyê xwe ve, Parêzgara Helebceyê Nûxşe Nasih, spasî û destxweşî li rêxistina (IOM) kir li ser berdewamiya piştgiriya wan ji bo peydakirina derfetên kar û cîbicîkirina projeyên girîng li sînorê parêzgehê û daxwaz kir ku ew alîkarî û piştgirî berdewam bin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket