Avesta li Amedê xelata rûmetê pêşkêşî Celîlê Celîl dike

multimedia 04:26 PM - 2026-10-06
Prof. Dr. Celîlê Celîl Ajans

Prof. Dr. Celîlê Celîl

Xelata Rûmetê ya Weqfa Kulturî ya Avestayê sala pêşî digihe Celîlê Celîl, bi vê minasebetê 26ê mijdarê 2026`an li Amedê (Diyarbekrê) merasîmek û panelek tê çêkirin û xelat li wir tê pêşkêşkirin.

WEQFA KULTURÎ YA AVESTA
Weqfa Kulturî ya Avestayê di 2026an de hat damezirandin û bi damezirandina xwe re biryarek jî da ku her sal li ser navê şexsiyetekî dîrokî yê kurdan “Xelata Rûmetê” bide. Xelata sala 2026an li ser navê dîroknasê kurd Şerefxanê Bedlîsî bû.
 
Lijneya Rêveberiyê ya Weqfê bi kêfxweşî biryar da ku Xelata Rûmetê ya Avestayê ya ji bo sala 2026an pêşkeşî rêzdar Prof. Dr. Celîlê Celîl bike.
CELÎLÊ CELÎL 90 SALÎ YE
Celîlê Celîl, ji nîvê duyemîn ê sedsala 20an heta roja me yek ji giringtirîn kesayetî ye ku di warê kurdnasiyê de xebatên xwe didomîne. Celîl, li zanîngehên Erîvan û Lenîngradê xwendina bilind temam kiriye û bi teza xwe ya li ser serhildanên kurdan ên sedsala nozdemîn di sala 1963an de pileya doktorayê wergirtiye. Celîl di navbera salên 1963-1993an de li Akademiya Zanistan ya Sovyetê mamostetî kiriye.

Wî ligel birayê xwe Ordîxanê Celîl ji bo ronîkirin û tomarkirina dîrok, çand û folklora kurdî bi sedan xebat kirine. Ji sala 1994an vir ve wî ligel komek hevalên xwe Înstîtûta Kurdzaniyê ya Wienê damezrandiye û xebatên xwe di bin banê vê dezgehê de bênavber didomîne.

Jiyan û keda Celîlê Celîl; ne tenê serkeftineke bilind a akademîk e, di heman demê de semboleke geş a berxwedana çandî û têkoşîna nasnameya kurdî ye. Ew zanyarekî mezin ê akademîk, kesayetiyekî naskirî yê qada navneteweyî û yek ji alahilgirên herî giring ên rewşenbîriya kurdî ye.
CELÎLÊ CELÎL XEZÎNEYA KULTURA KURDÎ YE
Rêzdar Celîl, nirx û xezîneya kultura kurdî ji bahozên demê parastiye, ew xurt kiriye û bi mîraseke dewlemend veguhastiye bo nifşên siberojê; bi henase û ramanên xwe, bi pênûsa xwe ya zêrîn bûye deng û rengê çanda me. Ev xelat rêzgirtineke ji kûraniya dil, bibîranîneke biheybet û spasiyeke kûr e ji bo ked, xebat û temenê ku wî di hembêza çanda kurdî de derbas kiriye.

PUKMEDIA



zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket