Şandeya bilinda Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Bexdadê dike
Kurdistan 03:05 PM - 2026-10-06
PUKMEDIA
Logoya Hikûmeta Herêm û ya Îraqê
Di çarçoveya
berdewambûna danûstandinên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Hikûmeta Federal ya
Îraqê re, derbarê pabendbûn û maf û şayesteyên Herêma Kurdistanê di budçeya
giştî ya federal a Îraqê de ji bo sala 2027an, roja Çarşemê şandeyeke bilind a
danûstandinê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê serdana Bexdadê bike.
Di dema serdanê de,
şandeya Herêmê bi hevrêziya bi nûnerên Kurdistanî yên di desthilatên federal
de, dê civîneke fermî bi Wezareta Darayî ya Federal re pêk bîne, bi mebesta
gotûbêjkirin û gihîştina têgihiştineke hevbeş û dadperwerane li ser pabendbûnên
darayî û petrolî yên Herêma Kurdistanê, her wiha li ser maf û şayesteyên darayî
yên Herêmê di budçeya giştî ya federal de ji bo sala 2027an.
Di vê çarçoveyê de,
şandeya Herêmê tekez dike ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê pabendbûnên xwe yên
darayî û petrolî li hember Hikûmeta Federal pêk aniye û dê di pêkanîna wan
pabendbûnan de ji bo sala 2027an jî berdewam be, bi rengekî ku ti behane an
sedemek ji bo paşxistin, ragirtin an kêmkirina maf û şayesteyên darayî yên
Herêma Kurdistanê nemîne.
Di civînan de, dê
gotûbêj li ser tevahiya maf û şayesteyên darayî yên Herêma Kurdistanê bên
kirin; di nav de mûçeyên mûçexwaran, Pêşmerge û hêzên asayişa navxwe, xanenşîn,
girtiyên siyasî, malbatên şehîdan û sûdwergerên çavdêriya civakî. Her wiha şayesteyên herêmê yên di xişteyên mîlak û pileya wezîfî, xercên karpêkirinê,
projeyên veberhênanê, xercên serweriyê û ḥakimê de, û her wiha ew şayesteyên
darayî yên ku li gorî destûr û qanûnên peywendîdar ji bo Herêma Kurdistanê
hatine diyarkirin.
Her di van civînan de
dê tekezî li ser wê yekê bibe ku maf û şayesteyên darayî yên herêmê, di nav de
mûçe û şayesteyên mûçexwaran, di yasaya Budçeya Giştî ya Federal de ji bo sala
2027an bi rengekî zelal û yasayî werin bicihkirin û parastin; bi awayekî ku welatî û mûçexwarên Herêma Kurdistanê ji
aliyê maf û şayesteyên darayî ve wekî hevtayên xwe yên li navçeyên din ên Iraqê
bin, çawa ku Dadgeha Bilind a Federal jî ev yek cîgir kiriye.
Her wiha şandeya
herêmê tekez dike ku divê mûçe û şayesteyên darayî yên bingehîn ji pîvera
xercên rasteqîn û her astengiyeke din ku bibe sedema paşxistin, ragirtin an
kêmkirina şayesteyan bê dûrxistin û di budçeya federal de mekanîzmayeke zelal û
cîgir ji bo dabînkirin û şandina
maf û şayesteyên darayî yên Herêma Kurdistanê bê danîn.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

