Ji ber lihevketina 2 beleman li Kongo gelek kes mirin

Cîhan 09:41 AM - 2026-10-06
Dîmenek Rûdanê Ajanasa NEFES

Dîmenek Rûdanê

Cîhanî

Li gorî agahiyan, piştî ku du keştiy li ser Çemê Kongoyê li Komara Demokratîk ya Kongoyê (DRC) li hev ketin di encamê de 30 kesan canê xwe ji destdan û bi dehan kes hîna jî winda ne.

Wezîrê Karên Navxwe yê parêzgeha Ekvatorê Krispin Mputu ragihand ku du belem Darîn yên motorî li nêzîkî herêma Ngobbe-Lukolela bi şev li hev ketin û di encamê de 30 kesan canê xwe ji destdan.

Mputu diyar kir ku merasîma termên 30 kesên ku di qezayê de mirine hatiye lidarxistin û xebatên lêgerîna kesên winda berdewam dikin.

Di meha Tîrmehê de, dema ku belemek Darîn ya ku xwendekarên ji ezmûnan vedigeriyan li cihê ku çemên Sankuru û Kasai li eyaleta Kasai lê dicivin noq bû, herî kêm 20 kesan canê xwe ji dest dan.

PUKMEDIA




zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket