Nirxê 100 Dolarî gihîşte 160 hezarî
Aborî 09:51 AM - 2026-10-05
PUKMEDIA
Dolar
Li gel vedenga cîgirîkirdina bihayê 100 dolarî bi 150 hezar
dînarî ji aliyê Banka Navendî ve, bihayê dolar bilind bû.
Li gorî du rojên borî, bihayê 100 dolarî zêdetirî du hezar
dînarî li bazarên Îraqê û Herêma Kurdistanê bilind bû, di demekê de ku duh
bihayê 100 dolarî kêmtir ji 158 hezar dînarî bû, lê îro gihîştiye 160 hezar
dînarî.
Di vê warî de xwediyê nivîsgeheke danustandina drav li
bazara dravî ya Silêmaniyê ji PUKMEDIAyê re ragihand: Vê carê bilindbûna bihayê
dolar ne bi daxwazê ve girêdayî ye, belkî bi wan dengoyan ve girêdayî ye ku
behsa wê yekê dikin ku di budceya 2027an a Îraqê de Banka Navendî 100 dolarî bi
150 hezar dînarî diyar dike, ev jî ji bo tijîkirina ew kêmasiya ku heye.
Xwediyê nivîsgehê her wiha ragihand: Di dema niha de ku
Banka Navendî bihayê 100 dolarî bi 132 hezar dînarî diyar kiriye, lê li bazarê
ferq nêzîkî 20 hezar dînarî ye û li jorî 150 hezar dînarî danustandin pê dihat
kirin. Ji ber wê, eger ew dengo rast be û Banka Navendî bihayê 100 dolarî bi 150
hezar dînarî diyar kiribe, bê guman li bazarê bihayê 100 dolarî dê bigihîje
serê 170 hezar dînarî, tev ku niha bihayê dolar bilind kiriye.
Her çend civînên Lijneya Darayî ya Encûmena Nûnerên Îraqê û
Banka Navendî û herdû wezaretên darayî yên Îraqê û Herêma Kurdistanê derbarê
projeyasaya budceya 2027an de berdewam in û ji aliyê Banka Navendî ve bi fermî
bihayê 100 dolarî bi 150 hezar dînarî nehatiye ragihandin, lê dengoyên derbarê
diyarkirina bihayê dolar bi vî bihayî bandor li ser bazarê kiriye û bi
bilindbûna bihayê dolar re bihayê tiştan jî bilind bûye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Bihayê petrolê dadikeve
11:48 AM - 2026-10-09
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
10:17 AM - 2026-10-09
Dahata Silêmanî ya hefteya borî zêdeyî 7 Milyar Dînar bû
09:44 AM - 2026-10-09
Zeydî: Me hikûmet wergirt û qebareya deynê giştî ji 208 trîlyon dînarî zêdetir bû
11:22 PM - 2026-10-08
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Dahata Silêmanî ya hefteya borî zêdeyî 7 Milyar Dînar bû
Kurdistan 09:44 AM - 2026-10-09 -
Zeydî: Me hikûmet wergirt û qebareya deynê giştî ji 208 trîlyon dînarî zêdetir bû
Êraq 11:22 PM - 2026-10-08 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09

.jpg)




Aplîkêşin

