Şepoleke Baranê Herêma Kurdistanê digre nav xwe
Kurdistan 09:21 AM - 2026-10-05
PUKMEDIA
Hewre Birûske
Pêleke baran û hewre birûske navçeyên Herêma Kurdistanê digire nav xwe û
pisporê keşnasiyê diyar dike: Pêl wê ji îro ve dest pê dike û baran heta 25 Mlî
metreyan dibare, bandora zêdetir li ser parêzgeha Silêmaniyê dibe.
Salar Hacî Elî, pisporê warê Keşnasiyê ji PUKMEDIAyê re
ragihand: Hatina vê pêlê çavkaniya xwe ji nizmpalepestoyeke Deryaya Navîn
digire ku şêyeke zêde ji zeryeya Atlantîkê werdigire û bi ser Afrîqayê re
derbas dibe, û ji ber wê baran dibare.
Wî her wiha got: Pêl îro Duşemê 5ê cotmeha 2026an dest pê
dike, pêşî li navçeyên çiyayî yên Duhok û Hewlêrê, paşê digihîje Silêmanî,
Helebce û Kerkûkê, ku bandora wê zêdetir di roja sêşemê 6ê mehê de dibe û asta
baranbarînê gelekî zêdetir dibe.
Derbarê berdewamiya vê pêlê de jî, Salar Hacî Elî da zanîn:
Bandora vê pêlê heta 7ê mehê berdewam dike û di 8ê mehê de diqede.
Wî her wiha got: Bandora baranê li Silêmanî, rêveberiya
Soran û navçeyên rojhilat zêdetir e û carinan hewrebirûske jî çêdibin, ku
qebareya baranê nîv-navîn e û li navçeyên çiyayî ev rêje zêdetir e ji bajaran û
digihîje 10 heta 25 milîmetreyan.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

