Serokkomar tekez li ser piştgiriya Îraqê ji bo Pêvajoya Aştiyê li Turkiye dike

Êraq 03:55 PM - 2026-10-04
Serokkomar pêşwazî li Serokwezîrê berê yê Turkiyê Ehmed Dawûdoglu kir Malpera Serokkomariyê

Serokkomar pêşwazî li Serokwezîrê berê yê Turkiyê Ehmed Dawûdoglu kir

Rêzdar Serokkomarê Îraqê Nîzar Amêdî  îro, Yekşem, 4ê Cotmeha 2026.an, li Koşka Selam li Bexdayê pêşwazî li Serokwezîrê berê yê Turkiyê Ehmed Dawûdoglu kir.

Di hevdîtinê de, hejmarek ji dosya û pirsgirêkên herêmî hatin gotûbêjkirin û her wiha Pêvajoya têkiliyên Îraq û Turkiyê û pêşketinên li herêmê rû didin hatin nirxandin; Serokkomar destnîşan kir ku girînge diyalog û têgihîştin di çareserkirina pirsgirêkên sereke de were bikaranîn û piştgirîkirina hewildanên ji bo xurtkirina ewlehî û aramiyê bi awayekî ku derfetên hevkariyê û hevahengiyê di navbera welat û gelên herêmê de zêde bike.

Serokomarê Îraqê piştgiriya xwe ji bo Pêvajoya Aştiyê li Turiye û hemû hewldanên ji bo bidestxistina aştî û aramiyê tekez kir, bi awayekî ku serweriya welatan û yekîtîya axa wan biparêze û xizmeta berjewendîyên gelên wan bike.

Girîngiya xurtkirina serweriya Îraqê piştî vekişîna Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî, û her weha pêwîstiya hevkariya welatên hevê ji bo misogerkirina destwerdan di karûbarên navxweyî yên Îraqê de û rêzgirtina ji biryara wê ya neteweyî re hate tekez kirin.

Ji aliyê xwe ve, birêz Ehmed Dawûdoglu girîngiya Îraqê û cihê wê li herêmê tekez kir, û pêzanîna xwe ji bo peywendiyên ku gelên Îraq û Turkiyê bi hevre girêdidin anî ziman, û ji bo Îraq û gelê wê aramî û geşepêdana berdewam xwest.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket