Serokkomar û nûnera NY li ser riyên xurtkirina hevkariya navneteweyî gotûbêj kirin

Êraq 03:17 PM - 2026-10-04
Serokkomar pêşwazî li Nûnerê Sekreterê Giştî yê NY kir Malpera Serokatiyê

Serokkomar pêşwazî li Nûnerê Sekreterê Giştî yê NY kir

Serokkomarê birêz Nîzar Amêdî îro roja Yekşemê, 4ê Cotmeha 2026an,li Koşka Selam ya li Bexdayê pêşwazî li Nûnera Sekreterê Giştî yê NY, Xanim Mari Yamashita kir.

Di civînê de, aliyên hevkarî û hemahengiya di navbera Îraq û Neteweyên Yekbûyî de, û her weha rêbazên xurtkirina hevkarîyê li gorî pabendbûnên navneteweyî hatin gotûbêjkirin.

Her weha pêşketinên derbarê doza Kuweytiyên winda û pêşketina komîteya hunerî ya ku bi lêgerîna rufatan û diyarkirina çarenivîsa wan hatiye erkdarkirin jî hatin nirxandi.;Serokmar tekez li ser pabendbûna Îraqê ya ji bo berdewamiya hevkariyê û hevrêziyê bi aliyên peywendîdar re kir, li gorî erkên xwe yên navneteweyî, piştrast kir, di heman demê de girîngiya berdewamiya hewldanên ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê tekez kir.

Ji aliyê xwe ve, Xanim Yamashita hewlên ku ew û tîma wê di şopandina vê mijarê de dikin nirxand,û spasî û pêzanîna xwe ji bo hêsankariyên ku ji hêla Îraqê ve ji bo misogerkirina serkeftina erka wê hatine peyda kirin anî ziman.


PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket