Du milyon bermîl petrola Îraqê derbasî Tengava Hurmizê bûn
Êraq 10:50 AM - 2026-10-04
PUKMEDIA
Hurmiz
Keştiya petrolê ya Îraqê ji Tengava Hurmizê derbas bû û pisporê
aboriyê dibêje: Derketina keştiyê bandor
li aboriya Îraqê dike
Bahjet Ehmed pisporê warê enerjî û girêbestên petrol û gazê,
ji PUKMEDIAyê re ragihand: "Keştiyeke petrola xav a Îraqê hildigirt, karî
ji Tengava Hormizê derbas bibe û petrolê bigihîne Rojavayê, ev yek bandoreke
aborî li ser dahata Îraqê dike.
Wî her wiha da zanîn ku keştiyê du milyon bermîl petrola xav
a Îraqê hildigirt, ku di dema borî de gelekî kêm qewimiye keştiyek bi wê rêjeya
mezin a neftê ji tengavê derbas bibe.
Di sibata 2026an de, piştî aloziyên Îsraîl û Amerîkayê li
gel Îranê û destpêkirina şerê navbera wan, çûnûhatina bazirganî li Tengavê sekinî
û vê yekê ziyaneke mezin gihand aboriya cîhanê. Îraq jî ji wê ziyanê ne bêpar
ma, bi taybetî Rojavayê. Di dema niha de, derbasbûna keştiyeke du milyon
bermîlî ya Îraqê bi wê tengavê re dibe destkefteke girîng ji bo aboriya Îraqê û
herêmê û bi taybetir ji bo Rojavayê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

