Keştiya firokehilgir a 'George Bush' ji bo bêhnvedanê gihîşt Taylandê
Cîhan 09:48 AM - 2026-10-04
Reuters
Sooppharoek Teepapan
Keştiya firokehilgirê amerîkî "George H.W. Bush" piştî beşdarbûna di
operasyonên leşkerî yên Amerîkayê de li Rojhilata Navîn, bi nêzîkî pênc hezar
leşkerî re gihîşt nêzîkî girava "Phuket" a Taylandê, bi mebesta
wergirtina bêhnvedanê.
Îro 4ê çiriya pêşîn a 2026an, keştiya firokehilgirê a
amerîkî "George H.W. Bush" gihîşt nêzîkî girava bêhnvedanê ya
"Phuket" a li Taylandê ku nêzîkî çar hezar û 800 leşker hilgirtibû ji
bo wergirtina bêhnvedan û aramiyê, piştî çend mehan ji piştevaniya operasyonên
leşkerî yên Amerîkayê li Rojhilata Navîn.
Li gorî çend raporên dezgehên ragihandinê, ev keştiya firokehilgir
ku ji cureya "Nimitz" e, di dema aloziyên bi Îranê re li Deryaya Ereb
de kar kiriye.
Di heman demê de medyayan belav kir ku keştiya firokehilgir
lenger digire, lê belê tê çaverêkirin ku xebatkarên wê bi rêya benderxaneya ava
kûr a Puketê derkevin bejahiyê û di navbera 4 û 9ê çiriya pêşîn de li wê girava
navdar a bêhnvedanê ya li başûrê welat dem derbas bikin.
Ev yek piştî geşteke pênc rojî ya keştiya firokexwer a
amerîkî "Abraham Lincoln" tê bo benderxaneya "Laem Chabang"
a li rojhilatê Taylandê di meha borî de ku nêzîkî pênc hezar leşkerên hêza
deryayî û marînz hilgirtibû.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

