Salroja 9.emîn ya koça dawî ya Serok Mam Celal li Bexda bi rêve çû
Kurdistan 06:03 PM - 2026-10-03
PUKMEDIA
Dîmenê Merasîmê
Îro piştî nîvro li Bexdayê, bi amadebûna Qubad Talebanî û
hejmareke mezin ji kesayetên siyasî yên Îraqî û Kurdistanê, salvegera nehemîn
ya koça dawî ya Serok Mam Celal hate bîranîn ku ji aliyê Saziya Serok Celal
Talebanî ve hatiye amadekirin.
Merasîm bi çend ayetên ji Qurana Pîroz dest pê kir û piştre
Fatihe ji bo giyanê Serok Mam Celal û şehîdên Îraqê hate xwendin û piştre Koma
Senfoniya Îraqê perçeyek muzîkê pêşkêş kir, ku ji hêla Mihemed Mehdî Cewahîrî
ve ji bo Serok Mam Celal hatibû nivîsandin û ji hêla koroyê ve hatibû
pêşkêşkirin. Piştre, fîlmek belgesel li ser jiyan û têkoşîna Serok Mam Celal
hate nîşandan.
Serokkomar: Divê em ji Serok Mam Celal waneyekê werbigirin
Di vê navberê de, Serokkomarê Îraqê Nîzar Amêdî gotarek pêşkêş kir û got:Silav ji temaşevanan re, îro em nehemîn salvegera koça dawî ya Serok Mam Celal bi hestek serbilindî û êşê pîroz dikin û niha em ji hemû pêkhate û hêzên siyasî kom bûne d ku bîranînek ku piraniya me bawer dikin zindî bihêlin.
Her weha aşkere kir ku,îro em bîranînekê ji bo wanyean vejînin, ji bo hemû hewldanên ku Serok Mam Celal ji bo bidestxistina azadiyê kirine, zîrekiya Serok Mam Celal di çareserkirina pirsgirêkan de di rewşên dijwar de bû ku diyalog û lihevkirina siyasî hewce dikir û Serok Mam Celal dê her tim di can û nefesên me de bimîne û emê wî bi bîr bînin.
Heybet Helbûsî: Şopa tiliya Serok Mam Celal di hemû warên siyasî de diyareHer di merasîmê de Seroka Civata Nûneran ya Îraqê Heybet Helbûsî ragihand ku, îro em kesekî ku di hemû warên siyasî de xwedî şopa xwe ye bi bîr tînin di dema serokatiya xwe de, Serok Mam Celal kesayetiyek bû ku bi rêya diyalogê nerîn û partiyên siyasî yên cuda anî ba hev.
Her weha got: Îraqa îro hewce ye ku ji ezmûna serokên berê dersan derxe;ku çareseriya pirsgirêkan ne bi riya pevçûnê, lê bi rêya lihevkirin, têgihîştin û toleransê pêk tê,ji ber vê yekê, em bi rêzgirtineke mezin destkeftiyên ku Serok Mam Celal ji bo Îraqê bi dest xistine bi bîr tînin.
Emar Hekîm: Mam Celal di dilê Îraqiyan de cihekî girîng girtDi vê navberê de, Emar Hekîm, Serokê Tevgera Hîkme, di gotarekê de got: Îro em di salvegera neteweyî de kom dibin, ku di wijdanê Îraqiyan de girîngiyeke mezintir heye û sal di ser mirina Serok Mam Celal re derbaz bûne,em Serok Bafil û Qubad Talebanî silav dikin, ku hebûn û pêgehek girîng di dilê Îraqiyan de hebûn.
Her weha got: Serok Mam Celal kesayetiyek siyasî, neteweyî û Îraqî bû ew xwedî şiyanek mezin bû ku hemû pirsgirêkan bi diyalogê yek bike û çareser bike,bi dilsozî doza Kurd hembêz kir,û rijd bû li ser bidestxistina mafên kurên gel û mafên Kurd û Ereban anî ba hev.
Sûdanî: Serok Mam Celal baweriya xwe bi diyalogê hebûHer di merasîmê de Serokwezîrê berê yê Îraqê Mihemed Şeyah Sûdanî gotarek pêşkêş kir û ragihand ku;Serok Mam Celal bawer dikir ku Îraq bêyî beşdariya kurên wî nikare aram be,diyalog ji bo wî amûrek bû ji bo rêkxistina peywendiyan,em vê salvegerê di demekê de ku Îraq di qonaxek girîng de ye, bilind dinirxînin.
Her weha got: Serok Mam Celal bawer dikir ku xurtkirina Îraqê yekîtîya kurên wê û piştgirtina li ser destûrê ye,divê em destkeftiyên kurên wî binirxînin û rêya wî berdewam dike; Mam Celal ji bo welatekî li ser bingeha destûr û hevkariyê şer kir, û ev yek îro jî diqewime.
Ehmed Dawudoglu: Serok Mam Celal piştî xwe jî hemû komkirineHer di merasîmê de, siyasetmedarê navdar ê Tirkiyeyê û Serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê Ehmed Dawudoglu axaftinek pêşkêş kir û ragihand: Mam Celal piştî xwe jî hemû kes aniye cem hev û komkirine.
Wî her wiha got: Min çendîn car Mam Celal dîtiye û ew bi berpirsiyarî diaxivî û dixwest ku Îraqiyan û Kurdan bixe yek.
Dawudoglu da xuyakirin ku; Mam Celal kesekî wisa nebû ku tiştekî bike û tiştekî din di dilê xwe de bihêle, û got: Ew gelekî rastbêj bû, gava ku te ew hembêz dikir, tu bi dil hembêz dikir.
Dr. Mihemed Sabir: Serok Mam Celal di rewşên xirap de jî têkiliyên xwe nedibirîn
Di dawiya merasîmê de, Balyoz Dr. Mihemed Sabir, Serokê Saziya Serok Celal Talebanî, gotara malbata Serok Mam Celal pêşkêş kir û da xuyakirin ku, Mam Celal ser bi nifşekî siyasî ve bû ku di qonaxeke aloz de jiyaye, lê belê gava ku posta serokomariyê wergirt, wekî berpirsiyariyeke niştimanî lê dinêrî û hemû kes li dora xwe komkirin.
Wî her wiha ragihand: Serok Mam Celal xwediyê şiyaneke bêhempa bû di nêzîkkirina aliyan de û têkiliyeke wî ya berfireh bi welatên erebî re hebû, lewma Serok Mam Celal dizanibû ku çiqasî rewş xirap be jî, nabe ku deriyê têkiliyan bên girtin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09 Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
12:49 PM - 2026-10-09
Bihayê petrolê dadikeve
11:48 AM - 2026-10-09
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
10:17 AM - 2026-10-09
Dahata Silêmanî ya hefteya borî zêdeyî 7 Milyar Dînar bû
09:44 AM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Dahata Silêmanî ya hefteya borî zêdeyî 7 Milyar Dînar bû
Kurdistan 09:44 AM - 2026-10-09 -
Zeydî: Me hikûmet wergirt û qebareya deynê giştî ji 208 trîlyon dînarî zêdetir bû
Êraq 11:22 PM - 2026-10-08 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)




Aplîkêşin

