Heya niha zêdeyî 185 hazar xwendekaran li Sûriyê navên xwe ji bo perwerdeya Kurdî tomar kirine

Kurdistan 04:35 PM - 2026-10-03
Xwendekarên Kurd rijdin li ser fêrbûba Zimanê Kurdî Ajans

Xwendekarên Kurd rijdin li ser fêrbûba Zimanê Kurdî

Rojavayê Kurdistanê

Li bajarên Hesekê, Kobanê, Efrîn, Şam û Hemayê heya niha hejmara xwendekarên ku dixwazin bi zimanê Kurdî bixwînin zêdetirî 185 hezar û 213 kes in, lê sînordarkirina waneyan ji aliyê Wezareta Perwerdeyê ve bû sedema nerazîbûnan.

Li gorî amarên destpêkê li 4 parêzgehên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê heta niha 185 hezar û 213 xwendekaran ji bo fêrbûna bi zimanê Kurdî navên xwe tomar kirine ku li Hesekê zêdetirî 81 hezar, li Kobanê 53 hezar, li Efrînê 47 hezar, û li bajarên Şam û Hemayê jî 3 hezar û 728 xwendekar hatine tomarkirin.

Hat ragihandin ku ji ber berdewamiya pêvajoya tomarkirinê li hin xwendingehan, dibe ku ev hejmar hîna jî zêdetir bibe.

Li aliyê din, biryara dawî ya Wezareta Perwerde ya Sûriyê ku perwerdeya Kurdî di hefteyê de tenê bi 3 waneyan sînordar dike, rastî nerazîbûneke mezin tê.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket