Mazlûm Ebdî bi Wezîrê Xwendina Bilind re entegrekirina zanîngehên Rojava gotûbêj dike
Kurdistan 09:12 PM - 2026-10-02
PUKMEDIA
Mazlûm Ebdî
Mazlûm Ebdî û Wezîrê Xwendina Bilind rewşa zanîngehên
Kobanê û Rojava gotûbêj kirin
Şêwirmendê Serokkomarê Sûriyeyê û Wezîrê Xwendina Bilind a
Sûriyeyê entegrekirina zanîngehên Rojava û Kobanê û nirxandina kadroyên wê gotûbêj
kirin. Destnîşan hat kirin ku projeyek ji bo avakirina zanîngehên nû li Hesekê
û Reqayê heye.
Şêwirmend Mazlûm Ebdî tevî şandeyeke pê re li Şamê bi Wezîrê
Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî Merwan El Helebî re civiya. Di civînê de
Îlham Ehmed û alîkarên Wezîrê Xwendina Bilind jî amade bûn.
Di civînê de li ser makanîzmeya entegrekirina zanîngehên
Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava pergala xwendina bilind a wezaretê de,
naskirina bawernameyên wê û rêxistinkirina rewşa xwendekarên wê guftûgo kirin.
Her wiha gavên taybet ên ji bo proseya entegrasyonê wekî
nirxandina rewşa kadroyên zanîngehan hatin nîqaşkirin.
El Helebî diyar kir ku hejmarek beşên zanîngehên Rojava û
Kobanê niha bûne girêdayî zanîngehên Furat û Helebê û amaje bi wê kir ku
wezaret di çarçoveya pêşxistina rewşa xwendina bilind li herêmê de li ser
çareserkirina rewşa îdarî û perwerdehî ya zanîngehan dixebite.
Merewan El Hebî got, pêşnumeyek ji bo vekirina zanîngehên nû
li Hesekê û Reqayê heye ku pêdiviya wê bi erêkirina Meclisa Gel heye. Her wiha got, entegrasyon û
rêxistinkirina rewşa sazî û xwendekaran dê bihêle ku piraniya pirsgirêkên îdarî
yên heyî çareser bibin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

