Trump: Şerê bi Îranê re dê zû biqede û Pizîşkiyan tekez dike ku Tehran ji diyalogê nareve

Cîhan 05:48 PM - 2026-10-02
Hurmiz PUKMEDIA

Hurmiz

Îran


Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku Amerîka nizane divê bi kê re têkiliyê deyne li Îranê.

Trump daxuyaniyên derbarê şer de got: Ji mehan ve ti keştiyeke Îranî nikariye Tengava Hurmizê derbas bike, di heman demê de destnîşan kir ku şerê bi Îranê re wê zû biqede.Destnîşan jî kir ku Hêza Deryayî ya Amerîkayê dorpêçê li ser Îranê datîne, û tekez kir ti keştiyeke îranî nikariye Tengavê derbas bike.

Trump got ku Îran carinan hewl dide mînên deryayî biçîne, lê hêzên Amerîkî wan radike, û destnîşan kir ku Tehran xwediyê radarên pêşketî nine û tiwaneya wê ji bo pîşesaziya leşkerî hilweşiyaye, û piraniya serokên wê çûne, û tekez kir ku DYA nizane piştî çûyîna piraniya serokên wê, li Îranê bi kê re têkiliyê deyne.

Wî zêde kir: Em ê bi hêsaniyeke mezin bi ser bikevin, û destnîşan kir ku ew bawer dike serkeftin wê rasterast piştî hilbijartinên nîvê serdemê (di Mijdara bê de) an jî dibe ku berî wê" pêk were.
Trump gotina xwe wiha qedand: Hin mûşekên wan hene, lê em dikarin vê yekê çareser bikin.

Di vî warî de, rojnameya Wall Street Journal ragihand ku Wezareta Cengê ya Amerîkayê (Pentagon) keştiya balafiran a binavê "Theodore Roosevelt" û koma wê ya şer şandiye Rojhilata Navîn, di demekê de ku Serok Donald Trump gefa zêdekirina bombebaranên li ser Îranê piştî hilbijartinên navwext dixwe.
Ji aliyê xwe ve, Serokê Îranê Mesûd Pijîşkiyan got ku welatê wî dê ji diyaloga Amerîkayê re nareve, di demekê de ku Tehran li bersiva Amerîkayê ya li ser pêşniyarên xwe yên herî dawî ji bo vejandina peymana agirbestê dinêre.

Ajansa nûçeyan ya Îranê Tesnîm ji zimanê Pijişkiyan veguhest ku gotiye: Me tu carî ji danûstendinan nerevîne , her çend Dewletên Yekbûyî tevî îmzekirina peymanê jî 3 caran êrîşî welatê me kir.
Daxuyaniyên Serokê Îranê piştî wê yekê hatin ku Tehranê ragihand wê bersiva Amerîkayê ya li ser pêşniyareke nû wergirtiye ku tê de daxwaza rawestandina pevçûnan û vekirina Tengava Hurmizê di nava 7 rojan de tê kirin, eger li ser bê lihevkirin.

Li gorî berpirsan, her du alî di piraniya pêngavên pêwîst de li hev dikin, lê nakokî hîn jî li ser rêza cîbicîkirina wan berdewam dike.

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket