Nirxê petrolê di bilindbûnê de cih girtiye
Aborî 11:27 AM - 2026-10-02
PUKMEDIA
Petrol
Îro 2/10/2026an, bi sedema geşedana aloziyên li herêmê,
buhayê petrolê li bazarên cîhanê bi bilindî maye.
Di danûstandinên îro de, bi rêjeya 0.2% buhayê yek bermîl petrola
xav a brênt bilind bû û gihîşt 102 dolar û 55 sentan. Herwiha girêbestên
paşxistî yên petrola xav a Teksasa Amerîkî bi rêjeya 0.1% ber bi bilindbûnê ve
çûn û ji bo her bermîlekî gihîştin 92 dolar û 92 sentan. Ev yek piştî wê yekê
tê ku roja pêncşemê her du corên petrolê bi awayekî berbiçav bilind bûbûn, bi corêkî
ku Brênt zêdetirî 4 dolarî û nefta xav a Teksasê jî zêdetirî 2 dolarî zêde
bûbû.
Ev bilindbûn piştî rapora rojnameya "Wall Street
Journal" hat ku tê de eşkere kiribû ku Waşinton lêkolînê li ser
belavkirina keştiyeke din a balafirhildêr û hêzên leşkerî yên zêdetir li
Rojhilata Navîn dike. Ev yek jî ev nîgeranî çêkiriye ku dibe her çalakiyeke nû
ya leşkerî, gefê li ser rêçên henardekirina petrolê yên li herêmê çêke.
Mijara pêşveçûna aloziyan, bala bazirganan bi tevahî li ser
Tengava Hormizê hiştiye ku şareya sereke ya veguhastina enerjiyê ye li cîhanê.
Her çend hinardeya welatên Kendavê nîşaneyên geşbûnê nîşan dide jî, lêbelê
bazar hêj li hemberî her rawestiyanekê di hatûçûna keştiyên petrolê an jî
binesaziya herêmê de hestiyarin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

