Ragihandina Ewlehiyê: Rê nadin çek li derveyî dewletê bên hilgirtin

Êraq 03:04 PM - 2026-10-01
Se`d Mein Ajans

Se`d Mein

Îraq

Serokê Desteya Ragihandina Ewlehiyê, Ferîq Se'd Mein, îro Pêncşemê ragihand ku; Tomarkirina gelek çekan li navçeyên eşîrî û dûrî bajaran hatiye bi dawîkirin û diyar kir ku hilgirtina çekan derveyî çarçoveya dewletê bi ti awayî nayê qebûlkirin.

Mein, di daxuyaniyekê de ji bo Ajansa Nûçeyên a Îraqê axiviye û gotiye: Dema bê wê bibe şahidê tevlêbûna komên din di mijara rêxistinkirina çekan û girtina wan di bin desthilata dewletê de.

Wî tekez kir ku; Hilgirtina çekan derveyî çarçoveya dewletê bi ti awayî nayê qebûlkirin û divê çek bi rêya desthilat û rêkûpêk kirina dewletê bin.

Se`d Mein zêde kir û got: Komîteya Daîmî ya rêxistinkirina çekan a li Wezareta Navxwe berdewame li ser karê xwe û ev kar jî zindî ye, bandorker e û ji aliyê hikûmetê piştgiriya wê tê kirin.

Serokê Desteya Ragihandina Ewlehiyê diyar jî kir ku; Hikûmetê li gelek navçeyên eşîrî, bi taybetî yên dûr ji bajaran, tomarkirina çekan bi dawî kiriye, operasyonên tomarkirina çekan, çi yên têkildarî eşîran bin û çi yên welatiyan bin, giring û diyar in û wêneyekî li ser hejmar û rêxistinkirina çekan didin hêzên ewlehiyê, bi awayekî ku li gorî hewldana berfireh a hikûmetê ya di pêvajoya rêxistinkirina çekan de be.

Wî her wiha da xuyakirin ku "Kar li ser rêxistinkirina çekan li astê koman, eşîran û welatiyan tê kirin, û destnîşan kir ku "hejmara çekên hatine tomarkirin nêzîkî şeş mîlyonan ye.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket