Hejmara pêketiyên Ebolayê li Kongoyê ji 8 hezarî derbas bû

Cîhan 02:46 PM - 2026-10-01
Ebola li Kongo Ajans

Ebola li Kongo

Wezareta Tenduristiyê ya Kongoyê radigihîne ku, hejmara pêketiyên vîrûsa Ebolayê derketiye 8 hezar kesan û heta niha nêzî 4 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî amarên herî nû yên Wezareta Tenduristiyê ya Kongoya Demokratîk, hejmara pêketiyên vîrûsa Ebolayê bûye 8 hezar û 67 kes û heta niha 3 hezar û 901 kesî jiyana xwe ji dest dane, ev yek bûye pêla herî mezin a belavbûna vê nexweşiyê di dîroka wî welatî de.

Belavbûna lezgîn a vîrûsa Ebolayê di demekê de ye ku hewldanên pêşlêgirtina li vîrûsê têk çûne, ew jî ji ber derketina cureyekî nû yê vîrûsê bi navê "Bundibugyo" ku ji sedî 70yê pêketinan li parêzgeha "Ituri" hatine tomarkirin û heta niha ti vaksîn an dermanekî pejirandî ji bo vî cureyî nîne.

Her wiha budçeya alîkariyên navneteweyî ji bo vî welatî di sala 2024an de ji 1.4 milyar dolarî bi awayekî berbiçav daketiye 400 milyon dolarî.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket