Îraq... Baranbarîn dest pê dike
Êraq 10:32 AM - 2026-10-01
PUKMEDIA
Keşûhewa
Rêveberiya Keşnasiyê îro Pêncşemê, hûrgiliyên rewşa hewayê
ya ji bo rojên pêş de ragihand û pêşbînî kir ku siba Înê baran bibare.
Keşnasiyê di daxuyaniyekê de got: Siba Înê, dê rewşa hewayê
li giştî herêman hindek ewir be, û dê li herêma bakur û li hinek deverên cuda
bi ewir be û baran bibare, û germahî li gorî roja berê li giştî welêt dê
hindekî dakevin.
Daxuyaniyê zêde kir ku germahiya herî bilind a siba Înê li
hemû parêzgehên Îraqê, dê bi vî rengî be: Duhok 28, Silêmanî 29, Hewlêr û Nînewa
30, Enbar 31, Kerkûk 32, Selahedîn 33, Bexda, Diyale û Kerbelaya Pîroz 34, Babil
û Necefa Pîroz 36, Dîwaniye 37, Wasit û Mûsene 39, û Meysan, Zîqar û Besra 42.
Roja Şemiyê, dê rewşa hewayê li herêmên navîn û başûr hindek
ewir be û herweha li herêma bakur jî heman tişt, û germahî li herêmên navîn û
başûr dê hindekî dakevin û li herêma bakur jî dê nêzîkî yên berê bin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

