Zeydî: Em ê dest bi kirîna sîstema parastina ezmanî bikin û qanûna Heşda Şeibî derxînin

Êraq 10:10 AM - 2026-10-01
Elî Zeydî Ragihandina Encûmena Serokwezîran

Elî Zeydî

Serokwezîr Elî El-Zeydî îro Pêncşemê, ragihand ku 1ê Tîrmehê destpêkeke cidî ye ji bo çareserkirina mijara çekên ku li derveyî kontrola dewletê ne, di heman demê de tekez kir ku hikûmet dê dest bi kirîna sîstema parastinê ya ezmanî ya tam bike û qanûna Heşda Şeibî yasa bike.

El-Zeydî di daxuyaniyekê de got: Em pîrozbahiyê li gelê Îraqê dikin bi boneya vê roja mezin, 1ê Tîrmehê ya sala 2026an, û serkeftina neteweyî ya mezin a bi dawîbûna erka Hevpeymaniya Navneteweyî li Îraqê, û vekişîna hêzên wê bi awayekî tam û dawîn (bejahî, esmanî û deyayî), û bidestxistina serweriya Îraqê ya tam û berfireh.
Wî diyar kir ku bidestxistina serweriya neteweyî ya berfireh destkeftiyeke neteweyî ya mezin e ku her Îraqiyek pê serbilind û serfiraze, ku bi saya xwedê teala û rola berbiçav û girîng a Mercîeya Olî ya Bilind pêk hat.

Wî destnîşan kir ku "roja 1ê Tîrmehê ya sala 2026an, wekî destpêkeke cidî ji bo çareserkirina mijara çekên li derveyî kontrola dewletê û pabendbûna bi erkên destûrî re tê dîtin, li gorî nexşerêyeke zelal û nexşeyên demkî yên li ser lihevkirî ku ji 30ê Hezîrana 2027an derbas nabin, û li gorî prensîba destûrî ya ku biryara şer û aştiyê dide dest desthilatên destûrî, û qedexekirina her kareke leşkerî ya li dijî wê, wî her wiha da zanîn ku "hikûmet li gorî destûrê dê bixebite ji bo standina çekan ji destên komên çekdar ên ne Îraqî yên ku li ser axa Îraqê ne bi awayekî tam.

Û wî da xuyakirin ku "Hikûmeta Îraqê pabendbûna xwe ya destûrî tekez dike ku nahêle ax û esmanê Îraqê ji bo tu karekî ku ewlehiya welatên cîran bixe metirsiyê, bibin destpêk an derbasgeh, herwiha red dike ku ax an esmanê tu welatî ji bo êrîşkirina ser Îraqê bên bikaranîn, li ser bingeha prensîbên serweriya dualî, cîrantiya baş û destwernedanê di karên navxweyî de, û da zanîn ku "Hikûmet dê dest bi piştevaniya saziyên ewlehiyê bike bi kirîna sîstemeke parastina esmanî ya tam, daku serweriya esmanî ya temam a dewleta Îraqê bê xurtkirin, û derxistina qanûna Heşda Şeibî û cîgirkirina statuya wê di nava sîstema ewlehiyê de, wekî beşekî veqetandî di bin fermana Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar de.

Wî tekez kir ku gava Îraqê qonaxa dirêj a şer û rûbirûbûna terorê û binpêkirina serweriya neteweyî û dana qurbaniyên mezin derbas kir, Îraq li bendê ye ku bikeve qonaxeke nû ji bo bidestxistina serweriya neteweyî ya tam, xurtkirina aştiyî civakî, aramî û geşepêdanê, û arastekirina şiyanên dewletê û çavkaniyên wê ber bi geşepêdana berdewam ve, baştirkirina jiyana welatiyan û pêşkêşkirina xizmetên pêwîst, û avakirina pêşerojake ewle û aram ji bo nifşên pêşerojê.

Û wî tekez kir ku "Yekê Tîrmehê destpêka qonaxeke nû di rêça Îaqê de nîşan dide, dewletek bi serweriya temam, xurt bi saziyên xwe, ku serî li destûr, qanûn û prensîbên qanûna navneteweyî dide, û bi têkiliyên hevseng ku li ser bingeha berjewendiyên hevbeş û rêzgirtina dualî ne, deriyê xwe li ser derdorê xwe yê herêmî û navneteweyî vedike.


PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket