Senatorek tekezî li ser hevkarî û piştgiriya Pêşmerge dike
Kurdistan 11:17 PM - 2026-09-30
abcnews
Senator Chris Van Hollen
Senatorekî Amerîkî tekez dike ku divê Washington di warê ewlehiyê de
piştgiriya hêzên Pêşmerge yên Îraqê bidomîne.
Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Senatoyê, Senator Chris Van Hollen, ragihand
ku, vekişîna pilankirî ya leşkerên Amerîkî ji Îraqê divê di rola pêşengiya
Amerîkî li herêmê de valahiyek çêneke.
Senatorê Demokrat tekez kir ku divê Washington di warê ewlehiyê de
hevkariyê bike û piştgiriyê bide Hêzên Pêşmerge û Îraqê.
Ev yek di demekê d ye ku, Berdevkê Wezareta Parastinê ya Îraqê,
Lîwa Yehya Resûl, îro di daxuyaniya xwe de got: Ji îro Çarşem 30 Îlonê ve ti endam yan leşkerên Hevpeymaniya
Navneteweyî li Îraqê nema,û cihê amajeyê ye ku, Hêzên Hevpemanan di rojên
dawî de baregehên xwe yên fermî li Hewlêr payetxta Kurdistanê bi cih hêlan,ev jî beşek
ji vekişîna Hêzên Hevpeymanan ji Îraqê ye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

