Nûnerê Hikûmeta Herêmê beşdarî vekirina gera nû ya Parlemana Swêdê bû

Kurdistan 04:58 PM - 2026-09-30
Vekirina Gera Nû Ya Parlemana Swêdê Medya

Vekirina Gera Nû Ya Parlemana Swêdê

Cîhanî

Şoreş Qadir Rehîm, Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Swêdê li ser vexwendina Parlemana Swêdê beşdarî vekirina gera nû ya Parlemana Swêdê bû.

Ev merasîm destpêka karê Parlemana Swêdê ji bo salên 2026 û 2027an piştî betlaneya havînê nîşan dide, dîplomat, balyoz, nûnerên çend welatan, nûnerên saziyên bilind yên Swêdê û malbata padişahê Swêdê beşdar bûn.

Her di  merasîmê de, padişahê Swêdê Carl Gustav gotarek pêşkêş kir û bal kişand ser berpirsiyariya her endamekî parlemanê ji bo başî û qenciya Swêdê.

Padişahê Swêdê bal kişand ser rewşa ewlehiyê ya li herêmê û derdora wê, bi taybetî bal kişand ser şerê di navbera Rûsya û Ukrayna û pêşketinên li cîhanê.

Her di gotara xwe de, Padişahê Swêdê bandora bûyerên cîhanî li ser tevahiya cîhanê û bê aramiya li derveyî Swêdê di nav nakokî û zehmetiyan de çawa bi hev ve girêdayî ye, ku encamên wê ji bo Swêdê hene, tekez kir,ev yek hevkariya navneteweyî û berpirsiyariya hevpar ji bo lihevhatin û ewlehiyê hewce dike.

Ev yek di demekê de ye ku, vekirina parlemana Swêdê kevneşopiyeke salane ye û padîşah li ser daxwaza serokê parlemanê rûniştineke nû vedike û ji bo sala çaremîn ya li pey hev, nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Swêdê dê beşdarî merasîmê bibe.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket