Yek li ser sê akinciyên cîhanê sala 2026an rastî pîsbûna Ozonê bûne
Êraq 04:24 PM - 2026-09-30
Şerq El Ewset
Bandora pîsbûna Qata Ozon li ser tendirustita mirovan
Li gorî
raportek ku ji aliyê Yekîtiya Ewropa ve îro roja Çarşemê hatiye weşandin, heya
sala 2026.an nêzîkî yek li ser sê akinciyên nifûsa cîhanê, ji ber germahiyê,
şewatên daristanan û belavbûna çalakiyên mirovan, rastî astên pir bilind yên
qirêjiya hewaya Ozonê hatiye.
Ozon nêzîkî
rûyê Erdê ji ber têkiliya germ û tîrêjên rojê bi tîrêjên ji şewatên daristanan,
wesayîtan û çalakiyên pîşesaziyê re çêdibe, ku dikare bibe sedema zirara
şaneyên pişikê, zehmetiyên nefesê, êrişên tengenefesê û pirsgirêkên din yên
tenduristiyê.
Her çiqas
di dehsalên dawî de pêşketinên di warê kêmkirina belavbûna qirêjkerên hewayê
yên herî zirardar de hatine bidestxistin jî, têkoşîna li dijî qirêjiya Ozonê hîn
jî dijwartir e, ji ber ku guherîna avhewayê mercên guncaw ji bo çêbûna wê
diafirîne.
Pêlên
germê yên rekorşikên û şewatên daristanan yên ku îsal li Ewropa û Amerîka ya
Bakur belav bûn, bûne sedema xirabtirbûna qirêjiya Ozonê, ji ber ku ewrên
dûmanê ji sînorên wan pir wêdetir belav bûne.
Endonezya:
Endonezya,
ji aliyê xwe ve, rastî şewatên daristanan yên berfireh hatiye, di heman demê de
raportê hişyarî da ku diyardeya avhewayê ya El Nino, ku di Hezîranê de dest pê
kir û tê çavrêkirin ku di dawiya salê de bigihîje lûtkeyê, dikare li Başûrê Rojhilatê
Asya bibe sedema şewatên din.
Laurence
Roy, Rêveberê Xizmeta Çavdêriya Atmosferê ya Copernicus, di raporta bi sernavê
"Çavdêriya Atmosferê" de got: Pîsbûna hewayê li ser sînoran namîne,ew dikare bi hezaran kîlometreyan
biçe, ji parzemîn û okyanûsan derbaz bibe, bandorê li qalîteya hewayê li
deverên dûrî çavkaniya xwe bike.
Raportê
nîşan da ku di navbera 1ê Çile û 15ê Îlonê de ji sedî 34ê nifûsa cîhanê rastî hewayekî
pîs ya hatiye, û rêjeya Ozonê ji pêşniyarên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê
pir zêdetir e.
Rêxistin herî zêde rêjeya têketina Ozonê ya
pêşniyarkirî li ser her metrekupek ya hewayê wekî 100 mîkrogram destnîşan dike,
ku li gorî navîniya têketina Ozonê di nav heşt demjimêran de tê hejmartin.
Ji sedî 17ê nifûsa cîhanê rastî hewayek xirap û pîs
hatine, di heman demê de tenê ji sedî 5 rastî astên baş yên Ozonê hatine.
Belavbûna berbelav li parzemînan bi berfirehbûna
pîşesaziyê, mezinbûna aborî û kerta veguhastinê, û her weha şewatên daristanan
û şewitandina bermayiyên çandiniyê ve girêdayî ne.
Di nav
bajarên ku astên pir bilind yên qirêjiya Ozonê tomar kirine de New Delhi ya
Hindistanê, Deka ya paytexta Bangladeşê, bajarê Çongqing ê Çînê û Lahore ya
Pakistanê hene.
Amerîka ya
Bakur:
Li
Amerîka ya Bakur, du ji sêyan nifûsê rastî hewayê ya pîs hatine, li hemberî ji sedî 45 ê nifûsê li Ewropayê,di raportê
de serkeftina rêkarên Ewropî di kêmkirina belavbûna qirêjkerên hewayê de, ji
bilî Ozonê, hate destnîşankirin.
Amerîka ya
Başûr:
Li
Amerîka ya Başûr, bajarê Sao Paulo yê Brezîlya astên Ozonê pir zêde tomar kir,
lê Rio de Janeiro gihîşt astên pir zêde ku ji sedî 81ê nifûsa Amerîka ya Başûr
rastî hewaya bi kalîteya "baş" yan "qebûlkirî" dihatin.
Okyanûsya:
Okyanûsya,
ku Awistralya û Zelanda Nû li xwe digire, rewşa wê baştir bû, ji sedî 66ê
nifûsa wê ji asta Ozonê ya baş kêfxweş bû, di heman demê de ji sedî 34 jî rastî
astên ku wekî "qebûlkirî" hatine.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Bihayê petrolê dadikeve
11:48 AM - 2026-10-09
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
10:17 AM - 2026-10-09
Dahata Silêmanî ya hefteya borî zêdeyî 7 Milyar Dînar bû
09:44 AM - 2026-10-09
Zeydî: Me hikûmet wergirt û qebareya deynê giştî ji 208 trîlyon dînarî zêdetir bû
11:22 PM - 2026-10-08
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Dahata Silêmanî ya hefteya borî zêdeyî 7 Milyar Dînar bû
Kurdistan 09:44 AM - 2026-10-09 -
Zeydî: Me hikûmet wergirt û qebareya deynê giştî ji 208 trîlyon dînarî zêdetir bû
Êraq 11:22 PM - 2026-10-08 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09

.jpg)




Aplîkêşin

