Rêbwar Teha: Me rastiya bûyera Pirdê pêşkêşî komîteya lêkolînê kir

Kurdistan 03:43 PM - 2026-09-30
Rêbwar Teha Cîgirê Yekem yê parêzgarê Kerkûkê PUKMEDIA

Rêbwar Teha Cîgirê Yekem yê parêzgarê Kerkûkê

Kerkûk

Rêbwar Teha dibêje:Me tevaya rastî daye wê komîteya serok wezîrên Îraqê ji bo encamdana lêkolînê derbarê bûyerê,her weha aşkere kir ku, Naveroka lêpirsînê dê îro bigihêje serokwezîrê Îraqê û got ku serokwezîrê Îraqê biryar daye ku ziyana madî û manewî ya ji ber bûyerê çêbûye qerebû bike.

Rêbwar Teha, cîgirê yekem yê parêzgarê Kerkêkê, di civîneke rojnamevaniyê de derbarê bûyerên çend rojên borî de li Pirdê ragihand ku; em ji hatina hêzan bo Pirdê, ku bû sedema vê bûyerê û şehîdbûna du ciwanên me, haydar nebibûn, di heman demê de Komîteya Ewlehiyê ya Îraqê dizane ku operasyon şaştî têde hebû.

Teha aşkere kir ku;Komîteya ku serokwezîrê Îraqê biryar da ku ji bo lêkolîna bûyerê pêk bike li vir e û dê bi me re ji nêz ve bicive û serdana malbatên şehîdan bike,lê ew nikarin çi daxuyaniyekê bidin heta ku lêpirsîn biqede û bi fermî pêşkêşî serokwezîrê Îraqê neyê kirin, wê demê naveroka lêpirsînê dê were ragihandin,me jî behsa rastiyan kir û rave kir ku eniyeke bê serî heye û tekez kir ku şerê li dijî terorê ne tenê gulebarane.

Rêbwar Teha amaje bi wê yekê kir ku dive heya êvarê komîte lêkolîna xwe temam bike û naveroka wê radestî serokwezîr bike,hevdem ez digel nivîsingeha serokwezîrê Îraqê jî axivî û wan biryar daye ku malbatên şehîdan û ziyanên gihîştiye dikanan qerebû bikin; ji bo vê armancê, me ji rêveberê navçeya Pirdê re erkdar kiriye ku ziyanan texmîn bike û me agahdar bike.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket