Sedema bilindbûna bihayê dolar tê eşkere kirin

Kurdistan 01:19 PM - 2026-09-30
dolar PUKMEDIA

dolar

Li gorî çend rojên çûyî, bihayê dolar li hemberî dînêr zêde bû û xwediyê mekteba pevguhertina drav jî dibêje: Sedema wê zêdetir siyasî ye û daxwaza li ser dolar jî zêde bûye.

Luqman Hesen, xwediyê mekteba pevguhertina drav li bazara drav a bajarê Silêmaniyê, ji malpera fermî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re ragihand: Di du rojên çûyî de bihayê 100 dolarî nêzî hezar dînêran bilind bû û ew bilindbûn û daxistin di bihayê drav de asayî ne, ji ber ku rewşa siyasî ya welat ne pir cîgire.

Wî her wiha ragihand: Zêdebûna daxwaza li ser dolar û rakirina sifirên dînar du sedemên sereke ne ji bo bilindbûna bihayê dolar li hemberî dînêr, di heman demê de rewşa siyasî jî bandorê dike.

Wî da xuyakirin: Banka Navendî ku 100 dolar li hemberî 132 hezar dînar cîgir kiriye, heta radeyekê cîgirbûn daye bihayê dolar û hemû bilindbûn yan daketineke bi rêjeyeke kêm asayî ye.

Îro çarşemê 30ê Îlona 2026an, bihayê 100 dolarê amerîkî li hemberî 157 hezar û 400 dînêr e, di demekê de ku di rojên çûyî de bihayê wê daketibû nêzî 155 hezarî û tê çaverêkirin ku di çend rojên pêş de careke din bihayê wê dakeve û bi cîgirî bimîne, tevî ku ji ber wê rewşa nearam a li navçeyê heye, bandoreke mezin li ser bihayê tûmen kiriye û nirxê xwe winda kiriye, bi curê ku bihayê 100 dolarî gihiştiye 25 milyon tûmenî, û tê çaverêkirin ku bihayê tûmen hîn zêdetir dakeve.

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket