Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê li ser bûyera li Kerkûkê daxuyaniyek belav kir

Kurdistan 10:40 PM - 2026-09-29
Logoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA

Logoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê

YNK

Karwan Gezneyî, Berdevkê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK), li ser bûyera nexwestî ya li Kerkûkê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku,li cem Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK), Kerkûk bajarê jiyana aştiyane ya pêkhateyane û di demên berê de di şerê li dijî terorê de roleke pêşeng lîstiye, bi piştgiriya hêzên hevpeymaniyê û hevrêziya hemû hêzên Îraqî, em niha bi tevahî amade ne ku Kerkûk û tevahiya axa Îraqê biparêzin,lê divê terorîzm û sivîl neyên tevlihevkirin.

Daxuyaniya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) derbarê bûyera nexwestî ya li Kerkûk ya xweşewîst de:

Em di Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) de bûyera nexwestî ya li bajarê Kerkûkê yê delal, ku têde du ciwanên Kurd li Pirdê şehîd bûn, ji nêz ve dişopînin.

Li cem Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK), Kerkûk bajarê jiyana aştiyane ya pêkhateyane û di demên berê de di şerê li dijî terorê de roleke pêşeng lîstiye, bi piştgiriya hêzên hevpeymaniyê û hevrêziya hemû hêzên Îraqî, em niha bi tevahî amade ne ku Kerkûk û tevahiya axa Îraqê biparêzin,lê divê terorîzm û sivîl neyên tevlihevkirin.

Ji ber vê yekê, em daxwaz ji Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî dikin ku ew komîte ya ji bo lêkolîna bûyerê hatiye pêk anîn,lêpirsînek pir cidî li ser bûyerê were kirin û kêmtirxem rû bi rûyê sizaya yasayê bên kirin.

Karwan Gezneyî

Berdevkê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket