Peywendiyên navbera Kurdistan û Misrê tên xurt kirin

Kurdistan 10:22 PM - 2026-09-29
Peywendiyên navbera Kurdistan û Misrê bi hêztir tên kirin Taybet

Peywendiyên navbera Kurdistan û Misrê bi hêztir tên kirin

YNK

Îro, Sêşem rêkefta (29-09-2026).an Dr. Yusif Goran, Berpirsê Navenda Lêkolînên Giştî ya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK), digel hevrêyên Stran Ebdulah, Ferîd Eseserd û Dr. Mwefeq Xalid, Mela Yasîn, nûnerê YNKê li Misrê, Simko Helmet û lêkolînerên Navenda Lêkolînan pêşwazî li şandeyeke çandî ya Misrê kir.

Di civînê de peywendiyên kûr yên dualî yên di navbera her du welatan de ji nû ve hatin destnîşankirin û li ser çawaniya xurtkirina peywendiyên çandî yên di navbera her du welatan de gotûbêj hate kirin,her weha peywendiyên akademîk û çawaniya pêşxistina qadên zanistî û akademîk jî hatin tekez kirin, bi taybetî jî meşandina lêkolînên hevbeş, beşdarbûna di konferansan û danûstandinên mamosta û xwendekaran de.

Di beşek din ya hevdîtinê de, her du aliyan tekezî li ser peywendiya xurt ya di navbera Serok Mam Celal û rewşenbîrên Misrî de kirin û pêwîstî bi hevkariya hevbeş dîtin, ji bo xurtkirin û rêkxistina peywendiyên çandî yên di navbera Kurdistan û Misirê de,piştre rewşa navxweyî ya Îraq û Herêma Kurdistanê û rewşa herêmê bi giştî hatin gotûbêj kirin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket