Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî nasnama me ye parastina wê armanca sereke ye
Kurdistan 04:26 PM - 2026-09-29
ANHA
Şêwirmendê Serokomariya Sûriyeyê Mezlûm Ebdî
Şêwirmendê Serokomariya Sûriyeyê Mezlûm Ebdî ji bo şagirt û
malbatên wan peyamek derbarê mijara perwerdeya zimanê kurdî, rewşa dibistan, zanîngehên
Rojavayê Kurdistanê de şand û daxwaz kir ku sala nû ya xwendinê dewam bikin.
Mezlûm Ebdî di peyameke bi dîmen bi rêya ANHA`yê weşand û
got: Gelê me yê hêja zimanê kurdî nasnama me ye, parastin û pêşxistina zimanê
kurdî her armancekî bingehîn a têkoşîna me heta roja me ya îro ye. Fêrkirin û
xwendina bi zimanê dayikê mafeke xwezayî ya tevahî gelan û yê gelê Kurd de jî,
fêrkirina bi zimanê kurdî mafekî bingehîne û xwezayî ye.
Ebdî ragihand: Di 14 salên borî ya Şoreşa Rojava de kedeke
mezin ji bo fêrkirin û xwendina zimanê kurdî hat dayîn, di demekê de ku em di
şer de bûn, sîstemeke xwendinê hat avakirin. Her çi qas kêmasî û lawazbûnê xwe
hebûn, lê belê tiştekî nû bû û gaveke dîrokî bû di dîroka Rojava de.
Her weha bi vê boneyê Mezlûm Ebdî, tevahî malbatan ku bi
ruxmî şer, zor û zehmetiyan zarokên xwe şandin dibistanên zimanê kurdî silav kirin,
û Tevahî mamoste û karmendên ku bi keda xwe di fêrkirin û xwendina zimanê kurdî
de di van 14 salên borî de danîn pîroz kirin.
Şêwirmendê Serokatiyê aşkere jî kir û got; Piştî rûxandina
rejîma Baas`ê ev bû salek û 8 meh, hewildanên me ji bo ku zimanê kurdî bibe
beşeke fermî di sîstema perwerdeyê di Sûriyeyê de têne kirin. Ji bo vê yekê
gelek civîn, hewildan û danûstendin çêbûn, di encama wê de Wezareta Perwerdeyê
di mijara zimanê kurdî de biryar da, gel û şagirtên me ji ber ku ev biryar
têrker nedîtin xwepêşandan kirin û helwesta xwe dane xuyakirin, têkoşîn dane
meşandin, ev vê yekê mafê şagirtên xwe dibînin, dîsa jî em li kêlek wan in.
Got jî: Ji ber ku sala xwendinê nû dest pê kiriye, em di
pêvajoyeke veguhestinê de ne, pêwîste em sîstema xwendinê serkeftî dewam û
derbas bikin. Ji bo ku zarokên ku di dibistanên kurdî de xwendine, zor û
zehmetiyên nekşînin tedbîr hatine girtin, wê zarok zor û zehmetiyê nebînin wê
li aliyekî fêrî zimanê erebî bibin, li aliyeke din jî wê xwendina xwe bi zimanê
kurdî dewam bikin.
Fermandarê berê yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî daxwaz
ji malbatan kir ku zarokên xwe bişînin dibistanên ku tê de zimanê kurdî esas tê
girtin, ji bo ku ev sala xwendinê ya nû di vê pêvajoya veguhêz de serkeftî
derbas bibe û sala pêşiya me em karibin di asteke bilindtir di mijarên zimanê
kurdî de bidest bixînin, ev wê bibe bingeheke esasî ji bo ku em mafê xwe di
mijara zimanê kurdî tevahî bidestbixin.
Tekez jî kir ku: Îsal wê xwendina refa 9 û bekeloriya (amadeyî)
wê li gorî sîstema Rêveberiya Xweser were meşandin.
Ji bo wê daxwaziya min ji tevahî şagirtan ew e ku xwendina
xwe di van her du refan de, li gorî sîstema xwendina kurdî ya berê dewam bikin,
ji bo ku pêşeroja xwe bêhtir garantî bikin.
Mezlûm Ebdî bal kişand ser wê yekê jî ku: Hîn hevdîtin û
danûstendin ji bo fermîyeta Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanê tên meşandin,
biryara dawî hîn derneketiye ortê, lê belê em di wê hêviyê de ne ku wê di vê
mijarê de jî biryareke guncaw li gorî şagirtên me yên her du zanîngehan de ne
derkeve.
Daxwaza me ewe ku ji bo sala xwendinê ya nû ya her du
zanîngehan şagirtên me yên belkeloriya yên ku bi zimanê kurdî pêk anîne, ji bo
ku cihê xwe di her du zanîngehan de bigirin, ew mufadeleyên xwe li gorî sîstema
ya Wezareta Perwerdeyê ya Bilind derxistiye pêşkêş bikin.
Di dawiya peyama xwe Mezlûm Ebdî, sala xwendinê ya nû li
xwendekaran pîroz kir û ji bo wan serkeftin xwest.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

