Washington mercên tund li ser geştên navbera Necef û Tehranê datîne
Êraq 04:08 PM - 2026-09-29
Balafirxaneya Necef
Balafirek li Balafirxaneya Necef
Wezareta Gencîniyê ya Amerîkayê mohletek diyarkirî da Hêla
Esmanî ya Îraqê, ji bo destpêkirina geştên asmanî yên di navbera Îraq û Îranê
de heta 28ê Cotmehê sala 2026an, bi mercê ku geşt tenê ji Firokexaneya
Navneteweyî ya Necefê ve bên encamdan û taybet bin bi veguhastina ziyaretkarên
Îranî.
Di daxuyaniya Gencîniya Amerîkayê de hatiye: Veguhastina pereyê
nextîne û bi kom, barên leşkerî û îstîxbaratî, berpirsên hikûmeta Îranê û
endamên komên çekdar bi tevahî qedexe ye.
Herwiha ragihand: Washington xwediyê mafê betalkirina
mohletê ye ger Îraq rê li ber bikaranîna asmanê welatê xwe ji aliyê firokeyên
Îranî ve negire, her wiha Hêla Asmanî ya Îraqê hatiye pabendkirin ku di dema 10
rojan de piştî bidawîhatina mohletê, raporeke hûr li ser hejmara geştiyaran,
navên wan û lêçûna darayî ya xizmetguzariyan li nav axa Îranê radestî aliyê
Amerîkî bike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

