Serokomar: Divê bi rêyên dîplomatîk alozî bê çareserkirin

Êraq 02:51 PM - 2026-09-29
Serokomar û Balyozê Brîtanyayê Ragihandina Serokomar

Serokomar û Balyozê Brîtanyayê

Serokkomarê Îraqê

Serokomarê Îraqê Nizar Amêdî, îro Sêşemê, 29ê Îlona 2026an, li Qesra Selam ya li Bexdayê, pêşwazî li Balyozê Brîtanyayê li Îraqê Îrfan Sidiq kir.

Serokomar di dema hevdîtinê de tekezî li ser daxwaza Îraqê kir ku pêwendiyên xwe bi Brîtaniyayê re xurt bike, hevkariya di warên aborî, veberhênan û bazirganiyê de pêş bixe, û sûdê ji tecrûbeyên Brîtanyayê di piştgiriya rêyên geşepêdan û avakirinê de werbigire, û amaje bi girîngiya handana kompaniyên Brîtanî kir ku li Îraqê veberhênanê bikin.

Herwiha geşedanên li herêmê hatin nirxandin; di vê çarçoveyê de Serokomar Nizar Amêdî tekezî li ser girîngiya cîgirkirina ewlehî û aramiyê, rêzgirtina li serweriya welatan, û girtina ber diyalog û rêbazên dîplomatîk di çareserkirina qeyran û astengiyan de kir, bi awayekî ku aşti û ewlehiya navneteweyî pêk bîne.

Ji aliyê xwe ve, Balyozê Brîtanyayê daxwaza welatê xwe ji bo berdewamkirina piştgiriya Îraqê, xurtkirina hevkariya dualî û pêşxistina pêwendiyên di navbera her du welatan de di warên cuda cuda de nû kir.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket